Nûçeyên Iraqê

Turkiyê hişyarî da Rûsya û Îranê ku êrîşa li ser Idlibê rawestînin

Turkiyê roja Çarşemê (10ê Kanûna Duyem) bang li Rûsya û Îran kir ku êrîşeke asmanî ya Sûrî li ser parêzgeha Idlibê li nêzî sînorê bi turkiyê re rawestînin, AFP ragihand.

Enqera li gel Rûsya û Îranê kar dike daku dawiyê li şerê Sûrî bîne di mehên dawî de lê belê wê aniha dest bi kirina zexta li ser Mosko û Tehranê kiriye piştî ku bordomankirina Idlibê girantir bûye.

"Îran û Rûsya divê berpirsiyariya xwe li ser milê xwe hilbigrin. Eger tu garantor bî -- û tu ew î -- divê ew rejîmê rawestîne," Wezîrê Karê Derve, Mevlut Cavuşoglu ji ajansa fermî ya Anadolu re got.

"Ev ne êrîşeke asmanî ya sade ye. Rejîm di nav Idlibê de bi pêş dikeve. Niyazên wan ên cuda hene," wî got.

Cavuşoglu tekez kir ku di xebatên peydakirina aştiyê de li Sûriyê, Rûsya û Îran "garantor" ji aliyê rejîmê ve û Turkiyê ji aliyê opozîsyonê ve.

Parêzgeha Idlibê teqrîben bi tevahî ji aliyê hêzên opozîsyonê ve tê kontrolkirin û Tehrîr el-Şam, a ku di nava rêzên xwe de gelek çekdarên Eniya Nusraya berê dihewîne, destbilind e li wir.

Turkiyê muzekerename da balyozên Rûsî û Îranî, di mezintirîn pêla aloziyên eşkere de bi Mosko û Tehranê re di çend mehan de.

Ew "nerehetiyê" ji balyozê Rûsî re li Turkiyê vedughêzin, û dibêjin ku êrîşên asmanî "binpêkirineke ji sînorên zonên kêm şer li Idlibê" çê dikin, zornên ku Rûsya, Îran û Turkiyê ew ava kirine, li gorî çavkanînan di wezareta karên derve de.

Cavuşoglu got ku 95% ji tundiyên li Idlibê ji aliyê rejîmê û hevalbendê wê ve pêk tên.

"Em nikarin xemsar bimînin. Me gelek xebat dane meşandin û em nikarin wan wenda bikin," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500