Nûçeyên Iraqê

Kazaxistan giftûgoyên nû bo Sûriyê hefteya tê li dar dixe

Biryar heye ku gereke nû ya giftûgoyên aştiyê yên derbarê Sûriyê hefteya tê li Estanayê werin lidarxistin, AFP îro Duşemê (11ê Kanûna Yekem) ragihand.

Giftûgoyên ku dê du rojan li Estanayê berdewam bikin dê 21ê Kanûna Yekem dest pê bikin û ew dê giranîyê bidin azadkirina girtîyan, dayîna alîkarîyên mirovî, çêkirina zonên kêm şer û dozin din, wezareta karê derve ya Kazexistanê di daxuyanîyekê de got.

Teqrîben her heft gerên derbarî Sûrîyayê li Estanayê nûnerên rêjîma Sûrî û yên opozîsyona çekdar tê de heazir bûn, herwiha Rûsya, Îran û Turkiyê jî.

Mosko serkêşîya giftûgoyan li Estanayê ji sala borî ve kiriye her weke ku ew hewl dide destwerdana xwe ya serbazî bike mêtîngeheke giftûgoyî.

Rûsya û Îran her du piştgirîya rêjîma Sûrî dikin, lê Turkiyê piştgirîya opozîsyonê dike.

Giftûgoyên ku paralîl bi danûstandinên berferehtir ên bi piştgirîya NY li Cinêvê hatin lidarxistin, çekdarên opozîsyonê û berpirsyarên rêjîmê tê de hazir bûn û wan bi awayekî sereke giranî daye dozên serbazî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500