Nûçeyên Iraqê

Bombebarankirin 15 sivîlan li deverên opozîsyona Sûriyê dikuje

Êrîşên asmanî û agirê topxaneyê herî kêm 15 sivîl roja Sêşemê (9ê Kanûna Duyem) li devereke opozîsyonê li nêzî Şamê kuştin, AFP ragihand.

Sê zarok jî li Xûtaya Rojhilatî hatin kuştin, li gorî Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov, a ku got lêdanên hewayî ji aliyê balafirên şer ên rejîmê û yên Rûsî ve pêk hatin.

Êrîşên asmanî yên herî kujêner li taxa Hemûriyayê kirin hatin pêkanîn û heşt sivîl tê de hatin kuştin, Rewangehê got.

"Totala birîndaran 85 e, rewşa hinekan ji wan giran e, û hejmara miriyan di zêdebûyînê de ye," serokê Rewangehê, Ramî Ebdul Rehman, got.

Xûtaya Rojhilatî yek ji çar "zonên kêm şer" e yên ku lihevkirin li dor wan pêk hatin di navbera piştevanên rejîm û opozîsyonê de lê belê asêgeha opozîsyonê dimîne armanca êrîşên asmanî yên giran ên rejîmê.

Komên opozîsyonê yên ku herêm kontrol dikin wê weke avêjgeheke êrîşên rokêt û hawinan li ser Şamê bikar tînin, û çar kes li wir hatin kuştin roja Sêşemê di bombebarankirina li ser du taxan, li gorî çapemeniya hikûmetê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500