Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

Gihandina alîkariyê bo Xûtaya Rojhilatî qut bû ji ber êrîşên asmanî

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Kamyonên barkirî bi alîkariyan li derbazgeha Wafidîn kom bûne û amade ne ku derbasî Xûtaya Rojhilatî bibin. Karwan roja Duşemê (5ê Adarê) derbasî deverê bû lê neçar bû ku vegere bêyî ku gihandina wan alîkariya temam bike, ji ber bombebarankirina berdewam. [Wêne ji Bernameya Xwarinê ya Cîhanî hatiye wergirtin]

Kamyonên barkirî bi alîkariyan li derbazgeha Wafidîn kom bûne û amade ne ku derbasî Xûtaya Rojhilatî bibin. Karwan roja Duşemê (5ê Adarê) derbasî deverê bû lê neçar bû ku vegere bêyî ku gihandina wan alîkariya temam bike, ji ber bombebarankirina berdewam. [Wêne ji Bernameya Xwarinê ya Cîhanî hatiye wergirtin]

Karwaneke alîkariyên sereke roja Duşemê (5ê Adarê) gihişte Xûtaya Rojhilatî, lê operasyon hat sekinandin ji ber ku êrîşên asmanî li ser deverê didomîn, herî kêm 68 sivîl hatin kuştin, li gorî Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov.

Êrîşên asmanî û pevçûnên nû devera opozîsyonê roja Sêşemê hejandin piştî ku gihandina alîkariyên gelekî pêwîst bo bi deh hezarên sivîlên dorpêçkirî ji ber şer hat qutkirin.

Sibeha Sêşemê, herî kêm neh sivîl hatin kuştin di êrîşên asmanî yên li ser bajarokê Cisrên de, Rewangehê got, hevdem li bajarokê Dûma yê sereke, êrîşên asmanî mal kirine kavil li ser herdu aliyên rê.

Hefteya borî, hêzên rejîmê bilez pêş ketin li gundewarên Xûtaya Rojhilatî, û heta sibeha Sêşemê 40% ji deverê kontrol kirin, Rewangehê got.

Otombîlên tîmên NY û Bernameya Xwarinê ya Cîhanî ligel karwaneke alîkariyên bijîşkî û xwarinê ye ku ji 46 kamyonan pêk tê dema ku roja Duşemê (5ê Adarê) berê xwe dide Xûtaya Rojhilatî. [Wêne ji Bernameya Xwarinê ya Cîhanî hatiye wergirtin]

Otombîlên tîmên NY û Bernameya Xwarinê ya Cîhanî ligel karwaneke alîkariyên bijîşkî û xwarinê ye ku ji 46 kamyonan pêk tê dema ku roja Duşemê (5ê Adarê) berê xwe dide Xûtaya Rojhilatî. [Wêne ji Bernameya Xwarinê ya Cîhanî hatiye wergirtin]

Roja Duşemê çil û şeş kemyon derbasî Xûtaya Rojhilatî bûn bo yekemîn car ji destpêka êrîşê di 18ê Sibatê de, lê neçar bûn ku gihandina alîkariyan qut bikin û derkevin ji ber bombebarankirina giran.

"Xelkê ku me ew dîtin di rewşeke ku nayê bawerkirin de bûn. Ew betilî xuya dikirin," Pawel Kirizîsêk ji Komîteya Navdewletî ya Xaça Sor piştî wê got.

"Û alîkariya ku me îro gihandî qet ne bes e," wî got.

Gihandina alîkariyan hat paşxistin

Gihandina alîkariyên bijîşkî û xwarinê gerek roja Yekşemê pêk hatiba, lê ew rojekê hat paşxistin "ji ber lihevnekirinên navbera aliyên şer derbarê hinek mercên operasyonê", çalakvanê hawarçûnê yê xwecihî, Beha Sahilî, ji Diyaruna re ragihand.

Ji van jî qebûlnekirina rejîmê ji derbaskirina hinek alîkariyên bijîşkî re, bi taybetî sindoqên neştergeriyê, makîneyên şiştina gurçikan û hinek dermanan weke insulînê.

"Rêgirtin li derbaskirina van madeyan xuya ye ku hewlek ji aliyê rejîmê ye daku guvaşê li xelkê bike daku ji Xûtaya Rojhilatî derkevin ji bo dermankirinê," Sahilî got.

Karwan sibeha roja Duşemê gihişte derbazgeha Wafidîn û nîvro dest bi derbasbûnê kir bo herêma Xûtaya Rojhilatî ber bi Dûmayê ve, wî got.

Ligel wê nûnerine ji Rêxistina Tenduristî ya Cîhanî, Bernameya Xwarinê ya Cîhanî, Heyva Sor a Sûriyê û Xaça Sor bûn.

Encumena Ewlekariyê ya NY dê kirîzê gotûbêj bike

Alîkariyên ku hatin gihandin dê li ber destê rêxistinên hawarçûnê yên cihê baweriyê bin ku li devera Dûma kar dikin, ku dê wan ji hev cuda bikin û belav bikin û hewl bidin ku wan bigihînin xelkê heta ku ji wan tê, Sahilî got.

Li gorî Rêxistina Tenduristî ya Cîhanî, qebareya tam -- ku gihandina wê hat temamkirin -- dê têra 27,500 kesan bike bo dema du heftiyan. Nêzîkî 400,000 sivîl niha li Xûtaya Rojhilatî dorpîçkirî ne.

Fransa û Brîtanya roja Sêşemê daxwaza civîneke awarte ya Encumena Ewlekariyê ya NY kir ji bo gotûbêjkirina serneketina agirbesta 30-rojî ya ku gerek li Sûriyê hatiba bicihkirin, dîplomatkaran got.

Tê çaverêkirin ku encumen roja Çarşemê bicive ji bo gotûbêjkirina êrîşên asmanî û şerê li Xûteya Rojhilat ku berdewam in tevî agirbesteke ku ji aliyê bilindtirîn encumena di NY de berî 10 rojan hatî daxwazkirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500