Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî Qaim ji paşmahiyên şerê DAIŞ paqij dikin

Hêzên Iraqî dest bi operasyonên paqijkirina Qaim ji paşmahiyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) kirin piştî rizgarkirina bajar hefteya borî, Fermandariya Operasyonên Enbarê roja Duşemê (6ê Mijdarê) got.

Hêzên Iraqî roja Înê Qaim kontrol kirin, ku mezintirîn bajarok e li jêr kontrola DAIŞ li Iraqê, Serokwezîr Heyder Ebadî got, ku bi vê yekê bizmarekî din li tabûta xîlafeta xwe-ragihandî ya DAIŞ da, AFP ragihand.

Ebadî di daxuyaniyekê de pesnê "rizgarkirina Qaim di demeke qiyasî de" da, tenê çend saetan piştî ku hêzên Iraqî bi piştgiriya şervanên êlên Sunî derbasî bajarokê girîng li ser sînorê bi Sûriyê re bûn.

Bi ketina Qaim tenê bajarokê Rawa yê nêzîkî wî ligel cihine derdora wî li biyabaneke hişk bi dirêjahiya Çemê Firatê di destê çekdarên DAIŞ de dimîne.

Piştî temamkirina operasyonên temşîtkirin û lêgerîna li endamên DAIŞ ên heyî, hêzên Iraqî roja Duşemê dest bi rakirina teqemenî û rokêtan kirin ligel jihevxistina mal û otombîlên bomberêjkirî bi teqemeniyan, berdevkê Fermandariyê Mihemed Dulêmî, got.

"Em texmîn dikin ku bêtirî 10 tonên teqemeniyan hebin, di nav de bombeyên bidestçêkirî, bermîlên tije-teqemenî, rokêt, bombeyên xwecihî û gelek çek û cebilxaneyê," wî ji Diyaruna re got.

Wî got ku çek dê werin rakirin bo derveyî bajarokê rizgarkirî li benda avêtina wan.

"Piştî vê yekê, em dê dest bi paqijkirina bajar bikin û pêtkujan lê bireşînin... berî ku em rê bidin xelkê ku vegerin," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500