Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Iraqî nêzî asêgehên dawîn ên DAIŞ dibin

Seyf Ehmed li Enbarê

Hêzên hevbeş ên Iraqî û êlan xwe ji cenga rizgarkirina dawîn asêgehên "Dewleta Îslamî" li Enbarê re kar dikin. [Seyf Ehmed/Diyaruna]

Hêzên hevbeş ên Iraqî û êlan xwe ji cenga rizgarkirina dawîn asêgehên "Dewleta Îslamî" li Enbarê re kar dikin. [Seyf Ehmed/Diyaruna]

"Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ji şikestinekê diçe şikestineke din piştî ku hêzên Iraqî dorpêçeke tund li ser dawîn veşargehên wê li Enbarê sepandin, berpirsyaran got.

Ji 31ê Tebaxê ve, çaxê ku hêzên Iraqî rizgarkirina tam a Teleferê ragihand, ku dawîn asêgeha bajarwarî ya rêxistinê li bakurê Iraqê bû, hemû çav li ser Enbarê ne, ji ber ku dê cengên rizgarkirina Qaim, Rewa û Anah lê biqewimin.

"DAIŞ li ber hilweşanê ye li dawîn asêgehên xwe li deverên Qaim, Rewa, Anah û Ekaşat" li Rutbayê, Fermandarê Operasyonên Cezîrê, lîwa Qasim Muhemedî, got.

"Cenga dawîn li ser deriyan e û bi tenê em li benda wergirtina çira kesk in ji Serokwezîr Heyder Ebadî," wî ji Diyaruna re got.

Hêzên Iraqî xwe amade dikin ji bo operasyona rizgarkirina deverên mayî yên Enbarê ji "Dewleta Îslamî". [Seyf Ehmed/Diyaruna]

Hêzên Iraqî xwe amade dikin ji bo operasyona rizgarkirina deverên mayî yên Enbarê ji "Dewleta Îslamî". [Seyf Ehmed/Diyaruna]

Wî got ku yekîneyên şerker ên artêşê, yekîneyên bersivdayîna bilez, polîsê Enbarê û hêzên êlan dê beşdariyê di êrîşê de bikin, ligel kevereke hewayî ji aliyê hevpeymaniyê û hêza asmanî ya Iraqî ve.

"Mêz li ser serê DAIŞ hate serûbinkirin," wî got û bal kişand ser serkeftinên li Mûsilê û Teleferê û kûştina bi dehên serkêşên DAIŞ û reva hinekan bo Sûriyê.

Ewlekirina xeta sînorî

"Serkêşên serbazî yên Iraqî di cengên girîng de bo rizgarkirina Felûca, Telefer û bajarên din ên parêzgeha Enbarê beşdarî kirine, û haziriya cenga rizgarkirina Hewîca û bajarên mayî li Firata Jorîn dikin," Fermandarê Operasyonên Enbarê, lîwa Muhemed Felahî, got.

"Dê cenga dahatî foksê li ser rizgarkirin û paqijkirina rojavayê Enbarê û ewlekirina xeta sînorî ya bi Sûriyê re bike," wî ji Diyaruna re got.

Yekîneyên şerker dê ber bi Qaim, Rewa û Aniha pêş bikevin ûbi ewlekirina sivîlan û veguhestina wan bo kampan rabin, ku dê li wir alîkariya bijîşkî û xwarin ji wan re berdest be, wî got.

"DAIŞ bi sedên malbatan li rojavayê Enbarê dîl dihêle û wan wekî mertalên mirovî ji dora sê salan ve bikar tîne," wî got.

Wî got jî ku dê artêş rêçikên ewle ji van malbatan re peyda bike daku ew beriya şer ji malên xwe derbikevin.

Tevlîbûna êlan

"Şeş lîwayên pirçekkirî û baş-rahênankirî ji şervanên êlan sê tevlî cenga rizgarkirina rojavayê Enbarê bibin û zemînê zeft bikin," fermandarê heşda êlan li devera Bexdadî, Şêx Qeterî Semermed, got.

"Şervanên êlan dê li xetên pêşîn bin, şaneyên terorîstan têk bidin û piştgiriya hêzên bejahî bikin dema ku ew ber bi zincîra sînorê bi Sûriyê re pêş bikevin," wî ji Diyaruna re got.

Wî got ku hêzên ewlekariyê yên di operasyonan de beşdar dê bi hêzên taybet ên karînên wan ên pûçkirina avahiyên bombrêjkirî, teqemenî û rokêtan hene bên piştgirîkirin daku piştrast bikin ku yekîneyên şerker dikarin bi lez û di rewşeke ewle de pêş bikevin.

Dê hêzên hevbeş ji aliyê devera Rutbayê û dergehên sînorî yê Babel-Welîd ber bi Qaim pêş bikevin, ligel hêzên ku dê ji Hît ber bi Rewa ve pêş bikevin, eqîd Şakir Rîşawî, fermandarê bazên biyabanê li Enbarê, got.

"Dê hêzên Iraqî yekîneyên xwe yên şerkirinê ji Hedîsa û Kubeysayê bibin nav dilê Anah û Qaimê, ev jî dê stratejiyeke serbazî ya serkeftî be bo quncikkirina DAIŞ û pelxandina wê ji ber ku ew hewl dide ku bireve biyabanê," wî got.

Wî got ku hevdem ligel cenga rizgarkirinê, pasevanên sînor, hêzên operasyonên Cizîrê, şervanên êlan jî dê ji ewlekirina geliyan, deverên biyabanî, şikeftan, û zemînên nizim ên ku dibe bibin wargeh bo çekdarên DAIŞ berpirs bin.

"Serkeftinên vê dawiyê yên hêzên Iraqî li dijî terorê dê alîkariya birina cenga paqijkirina beşên mayî yên rojavayê Enbarê bike û dê karînên şer ên DAIŞ felc bike û di serencamê de wê têk bibe," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500