Nûçeyên Iraqê

"Dozgirê şerî'etê" yê DAIŞ li rojavayê Enbarê hat kuştin

Hêzên Iraqî "dozgirêkî şerîetê" yê "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) û pênc ji alîkerên wî li bajarokê el-Qaim li rojavayê Enbarê kuştin, fermandariya operasyonên Enbarê roja Sêşemê (5'ê Tîrmehê) got.

Operasyon ji aliyê "hêzeke hevbeş a artêşa operasyonên taybet ên polîs û yekîneya bersiva bilez a artêşa Iraqî û ajanca dije-terorizm hatibû pêkanîn," fermandarê operasiyonên serbazî yên Enbarê lîwa Isma'îl el-Mehelawî ji El-Şurfa re got.

Piştî pevçûnan li dijî çekdarên DAIŞ di avahiyeke girîng a bajarok de, hêzên Iraqî "dozgirê şerî'etê" yê DAIŞ Ibrahîm el-Şamî, ku ew sûrî ye, û pênc alîkarên wî kuştin, wî got.

"Agahiyên girîng û dokoment di operasiyonê de hatin bi dest xistin, cih hat teqandin, û teqemenî, çek û wesayîtên DAIŞ hatin rûxandin berî ku hêz ji cih derkeve," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500