Nûçeyên Iraqê

DAIŞ 116 kes di kampanîyeke tolhildanê de li bajarokekî Sûriyê "sêdare kirin"

"Dewleta Îslamî" (DAIŞ) 116 kes ku wê guman dikir wan hevkarî bi rejîma Sûriyê re dikirin li Qeryeteyn vê mehê kuştin beriya ku bajarok bikeve destê hêzên rejîmê de, AFP Duşemê (23ê Cotmehê) ragihand.

"Di 20 rojan de DAIŞ herî kêm 116 sivîl sêdare kirin di kiryareke tolhildane de, ew bi hevkariya bi hêzên rejîmê re gunehbar kirin," serokê Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov, Ramî Ebdul Rehman, got.

Hêzên rejîmê careke din dest danîn ser Qeryeteyn, bajarokekî li parêzgeha Humsê ye, roja Şemiyê piştî sê heftiyan ji kontrolkirina DAIŞ ji bajarok re.

DAIŞ cara pêşîn bajarok di 2015an de dagir kir û par wê ew di bercewediya rejîmê û hêzên hevalbendê wê ji dest da.

"Piştî ku rejîmê careke din ew kotrol kir (roja Şemiyê), şêniyên bajarok laş li kolanan dîtin. Şûna guleyan di serê hinekan de hebû, yên din jî bi kêran hatibûn kuştin," Ebdul Rehman got.

Wî da zanîn ku piraniya wan kuştiyan di du rojên dawî de hatin sêdare kirin berî ku DAIŞ bajarok careke din ji dest bide.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500