Nûçeyên Iraqê

Rejîma Sûrîyayê DAIŞê ji bajarokekî sînorî derdixîne

Hêzên rejîma Sûrîyayê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ji bajarokekî li nêzî sînorê bi Îraqê re derxistin roja Duşemê (11ê Hezîranê) piştî çend rojan ji pevçûnan da ku êrîşên kujer li wê derê bi dawî bikin, AFP ragihand.

Roja Înê, tundrûyan herî kêm 10 xwekuj bikar anîn di êrîşa xwe ya li ser Elbû Kemalê de, û bi lezûbez dest danîn ser çendîn taxên wê, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov ragihand.

Ev mezintirîn êrîşa li ser bajarokê ku dikeve rojhilatê parêzgeha Dêra Zorê ji dema ku rêxistina tundrû ew ji dest da di Mijdara 2017an de di bercewendîya hêzên rejîmê de, rewangehê got.

Duşemê, "hêzên rejîmê û hevalbendên wan dest danîn ser tevahîya bajarokê Elbû Kemalê piştî derxistina DAIŞê ji beşên bakurî û bakur-rojavayî yên bajarok", serokê Rewangehê Ramî Ebdul Rehman got.

Wî got ku piştî hêzên hevbend hewl dan bajarok dorpêç bikin, tundrû vekişîyan biyabana berfireh a Badîyayê, ya ku ji navenda Sûrîyayê heta bi sînorê Îraqê fereh dibe.

Pevçûnên giran ji Înê ve bûn sedema kuştina herî kêm 48 kesan ji hêzên rejîmê û çekdarên hevalbendên wan , û herwiha 32 tundrûyan ku 10 ji wan xwekuj bûn û êrîşên xwekujî pêk anîn.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500