Nûçeyên Iraqê

di Meha herî kujêner a sala 2017an de 3000 kes tê kuşin

Şerê Sûriyê, herî kêm 3000 kes di nav wan de 955 sivîl di meha Îlonê kuştin, di meha herî kujêner de ya şerê vê salê, AFP (1ê Cotmehê) îro Duşemê ragihand.

Bi sed hezaran Sûrî hatin kuştin û bi mîlyonan bêwar bûn ji dema ku şer di sala 2011an de dest pê kir.

Her 955 sîvîl di meha Îlonê de hatin kuştin, di nav wan de 207 zarok, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got.

Herwiha di hejamara meha Îlonê de 790 ji hêzên rêjîmê û endamin milîsên alîgir, 738 tundrewên "Dewleta Islamî" (DAIŞ) û Tehrîr el-Şam û 550 çekdarên opozîsyonê û hin endamên QSD hebûn.

Roja Yekşemê zû, DAIŞê bajarokê Qeryeteynê li parêzgeha naverastî, Humsê vegerand, a ku berê sîmbola hevjîyana olî bû.

Aniha hikûmetê Qeryeteyn dorpêç kiriye, cihê ku mumkin eçend malbatên Xiristyan lê dijîn, Rewangehê got.

Hêzên rejîmê bajarok di meha Nisanê ji sala 2016an vehgerand piştî ku heşt mehan li jêr kontrola tundrewan bû.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500