Nûçeyên Iraqê

Şaneke terorîst li başûrê Felûcayê hat têkbirin

Hêzên Iraqî şeş tundrewên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ên ku avahiyek li başûrê Felûca wekî veşargehek bikar tanî girtin, polîsê Felûcayê roja Duşemê (16ê Cotmehê) got.

"Her şeş terorîst şaneke terorî ya tekûzkirî ya DAIŞê pêk tanîn,"cîgirê serokê polîsê Felûcayê muqedem Muhemed Camilî ji Diyaruna re eşkere kir.

Camilî got ku yek ji girtiyan Ebû Ebid Îsawî bû, ew jî serkêşekî bilind e û tevlî gelek operasyonên terorî bûye.

"Hêzên Iraqî dest danîn li ser çendîn corên çekan û bombeyên di dest wan de, û wan ew plan dikir ku wan di êrîşeke terorî de bikar bênin," wî got.

"Hemû kesên binçavkirî wekî endamên DAIŞ tên nasîn, û girtina wan destketineke mezin e bi taybet ji ber hevawaziya xelkên xwecihî bi hêzên ewlekarî re," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500