Nûçeyên Iraqê

Şaneke DAIŞê li rojhilatê Felûcayê hat têkbirin

Şaneke pênc-endam a terorîstên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hat têkbirin di operasyonekê de ku hêzên taybet ên Îraqî li rojhilatê Felûcayê pêk anîn, wezareta karê hundir îro Pêncşemê (1ê Sibatê) eşkere kir.

"Di êrîşeke ku vê sibehê pêk hat, hêzên Ajansa Dijî Terorê şaneke teror têk bir li zeviyekî çandiniyê li rojhilatê Felûcayê, ku [endamên DAIŞ] ew wekî veşargehek bikar tanîn," berdevkê wezaretê, emîd Saed Maen ji Diyaruna re ragihand.

"Şan ji pênc terorîstan pêk hat, yek ji wan jî ev çend sal bûn ku ew dihat xwestin," wî got.

Maen got ku gundiyên navçeyê alîkarî di kifşkirina veşargehê de kirin, û wî da zanîn ku dest li ser gelek çek û teqemeniyan hat danîn li wî cihî.

"Terorîstan du endam vedihewandin ku komkujiyên hovane li dijî sivîlan pêk anîbûn li Felûcayê dema ku DAIŞ dest danî ser bajar berî çend salan," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500