Nûçeyên Iraqê

8 milîtanên DAIŞ di êrîşekê de li nêzî Felûcayê tên girtin

Hêzên Îraqî heşt elemetên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) di operasyoneke lêgerînê ya ji nişka ve li rojhilatê Felûcayê girtin, polîsê Felûcayê roja Sêşemê (19ê Kanûna Yekem) got.

"Hêzên hevbeş heşt terorîstên DAIŞ ên daxwazkirî di operasyoneke hevbeş de girtin ku polîsê xwecihî û Ajansa Dijî Terorê li bajarê Kermayê, li rojhilatê Felûcayê, pêk anîn," eqîd Ehmed Îsawî ji polîsê Felûcayê ji Diyaruna re got.

Girtiyan nasnameyên sexte bikar tanîn, û xwe li çandinîgehekê diveşartin, wî got, û da zanîn ku yekîneyeke taybet hat sazkirin bo êrîşkirina li ser veşargehên wan piştî ku hêzên ewlekariyê agahiyên hewalgirî li dor cihên vehewandina wan wergirtin.

Belge, çek û teqemeniyên li wî cihî hatin dîtin niyaza girtiyan a pêkanîna êrîşên terorî eşkere dikin, Îsawî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500