Nûçeyên Iraqê

Fermandarekî hevpeymaniyê: "Bihnefişk" li DAIŞê ketiye li Reqayê

Kuştina çekdarên dawî yên "Dewleta Islamî" (DAIŞ) li bajarê Sûrî Reqayê dê zehmet be, lê ew "henaseyên xwe yên dawîn" dikşînin, fermandarekî bilind ê hevpeymaniyê roja Pêncşemê (28ê Îlonê) ji AFP re got.

Ew çekdarên ku berevaniya bajar dikin dê derfet ji wan re tune be ku birevin, fermandar ji komavahiyeke hevpeymaniyê li nêzî Kobanî li bakurê Sûriyê got.

Piştî kampanya ku mehekê berdewam kir, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) çekdarên DAIŞ ên mayî li deverekê ji erda Reqayê dorpêç kirine.

"Şerekî dijawar e. Gelek çekdarên DAIŞ ên biyanî li wir naxwazin dest ji şer berdin û nêt dikin ku bi awayekî dijwar şer bikin," fermandarê bilind ê hevpeymaniyê yê ku alîkarî û şêwirmedî ji QSD re pêşkêş dike got, wî daxwaz kir ku nasnameya wî neyê eşkerekirin.

Aniha ew dorpêçkirî ne, dibe ku çekdarên DAIŞ "henaseyên dawî" dikşînin, lê vekişîneke bi merc dê neyê qebûlkirin, fermandar got.

"Dijminê ku li Reqayê ye divê were dorpêçkirin yan wêrankirin, ji ber eger ew bi dizî derkevin, ew dê rêyekê bibînin daku bigihin Ewropayê yan welatên cîran, yan ew dê êrîşî deverên li derveyî Sûriyê bikin," wî anî ziman.

Hevpeymanî bi êrîşên asmanî, şêwirmendên operasyonan ên taybet, çek û amûrên din piştgiriya operasyona QSD li Reqa û Dêrazorê dike.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500