Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Rê li ber asêmayîyên DAIŞ li Reqayê nemane "yan xweradestkirin yan mirin"

AFP

Şervanekî Hêzên Sûriya Demokratîk nîşana serkeftinê li taxeke rizgarbûyî ya bajarê Reqayê bilind dike. [Wêne ji Hêzên Sûriya Demokratîk hatiye wergirtin]

Şervanekî Hêzên Sûriya Demokratîk nîşana serkeftinê li taxeke rizgarbûyî ya bajarê Reqayê bilind dike. [Wêne ji Hêzên Sûriya Demokratîk hatiye wergirtin]

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) roja Duşemê (16ê Cotmehê) qonaxa dawî ya şerê li dijî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ragihand, qonaxa tê pêşbînîkirin ku " ya herî dijwartir be".

"QSD aniha şerên xwe yên herî dijwar dimeşîne," berdevka QSD Cîhan Şêx Ehmed got di demekê de ku hêzên hevbendiya Kurdî û Erebî derbasî asêgehên dawîn ên rêxsitnê li bajêr bûn, bi piştevaniya êrîşên asmanî yên hevpeymaniyê.

Li hember êrîşê, divê çekdarên DAIŞ "yan xweradest bikin yan mirinê hilbijêrin", wê got.

wê got ku dora 300 çekdarên DAIŞ -- piraniya wan çekdarên biyanî ne -- li navenda bajêr dorpêçkirî ne, lê em texmîn dikin ku rewş dijwartir bibe.

Şervanekî Hêzên Sûriya Demokratîk li xalake li hember deverke ku endamên "Dewleta Îslamî" xwe tê de asê kirine li bajarê Reqayê cih girtiye. [Wêne ji Hêzên Sûriya Demokratîk hatiye wergirtin]

Şervanekî Hêzên Sûriya Demokratîk li xalake li hember deverke ku endamên "Dewleta Îslamî" xwe tê de asê kirine li bajarê Reqayê cih girtiye. [Wêne ji Hêzên Sûriya Demokratîk hatiye wergirtin]

Nûjdar sivîlekî Reqayî derman dikin piştî ku ew ji aliyê hêzên taybet ên Hêzên Sûriya Demokratîk ji nav pencên "Dewleta Îslamî" hat rizgarkirin . [Wêne ji Hêzên Sûriya Demokratîk hatiye wergirtin]

Nûjdar sivîlekî Reqayî derman dikin piştî ku ew ji aliyê hêzên taybet ên Hêzên Sûriya Demokratîk ji nav pencên "Dewleta Îslamî" hat rizgarkirin . [Wêne ji Hêzên Sûriya Demokratîk hatiye wergirtin]

"Hîna çekdarên DAIŞ li ber xwe didin," wê got, û wî da zanîn ku taxên ku aniha şer l iwan diqewime "asêkirî ne û bi berferehî mayîn hatine çandin".

Dengê topxaneyê dihat bihîstin û stûnên dûmanê bi ser bajar de bilind dibûn û hêzên rizgarker jî şer dikirin bo dest deynin li ser 10% mayî ji bajêr piştî tifaqeke lawaz bo derxistina sivîlan.

Ehmed got ku bi dirêjahiya şevê, şervanên QSD taxa Berîd a bakurî kontrol kirin, û roja Duşemê xebatên xwe li taxên tenîşta wê çêdikir.

Li nava bajêr, wêraniyeke dijwar li dora nexweşxaneya giştî heye, yek ji dawîn cihên di dest DAIŞ de mane li bajêr, lê burcê çavdêrîkirinê yê komavahiyê hîna li ser piyan e.

Qonaxa dawîn a şer

"Hêzên me deveran pak dikin, em hîna nikarin derbasî nexweşxaneyê bibin," şervanê QSD Şoreş Helab, got. "Halê hazir tu operasyonên êrîşkar li dijî me tune ne."

"Piştî derxistina sivîlan, operasyonên ji me re hêsantir bûye," wî zelal kir. "DAIŞ sivîl digirtin û ew li pêşiya xwe bi cih dikirin bo balafir wan nekin hedef."

Roja Yekşemê,QSD "qonaxa dawîn" ji şerê li bajar ragihand, piştî dewamkirina pevçûnan piştî rawestaneke bo danûstandinanbo derxistina sivîlan bi wayekî ewleû xweradestkirina hinek şervanên DAIŞ.

Di daxuyaniyekê de, QSD got ku dawîn qonaxa şer dê "dawîbûna hebûna çeteyên DAIŞ li bajar e".

Berdevkê QSD, Telal Silo, roja Yekşemê got ku bajar ji sivîlan vala ye piştî ku 3,000 kes ji bajar derketin wekî beşekî ji rêkeftineke di navbera karbidestên xwecihî û şervanên Sûrî yên DAIŞ de.

"Bi tenê 250 heta 300 terorîstên biyanî rêkeftin qebûl nekirin û biryar dan ku bimînin û heta dawî li bajar şer bikin, hinek ji wan jî tev malbatên xwe ne" wî got.

Li gorî vê rêkeftinê, 275 çekdarên Sûrî yên DAIŞ xwe radestî QSD kirin, tevî ku ne zelal bû ku ka dê rêyeke ewle li cihekî din ji wan re bê vekirin.

Şerekî "dijwar" maye

Çend rojan hizra pêkanîna rêkeftinekê hebû bo QSD beşên dawîn ji bajêr kontrol bike û rê li ber qurbaniyên bêtir bigire.

Lê raportên vajî hebûn li dor rêkeftina ku rê dide çekdarên DAIŞ ku birevin, tiştê ku hevpeymaniya navdewletî bi tundî dijberî derket.

Berdevkekî hevpeymaniyê roja Duşemê got ku êrîşên wê yên asmanî hatibûn seknandin di dema danûstandinê li dor rêkeftinê, lê em dê aniha wan dewam bikin.

"Aniha ew hazirî temam in û QSD dê êrîşên xe bo nava bajêr dewam bikin, ez weke kes texmîn dikim ku êrîşên asmanî zêde bibin," berdevkê hevpeymaniyê, Ryan Dilon, got.

Lê wî qebûl nekir tu agahiyan li dor lezgîniya ketina bajêr parve bike.

"Em hîna texmîn dikin ku dê qonaxa dawî ya şer gelek zehmet be," wî got. "em naxwazin heyamekê destnîşan bikin."

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Pir baş e.

BERSIV BIDE