Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî kûrtir ber bi navenda Bajarê Kevin ê Mûsilê ve diçin

Hêzên Iraqî yên hevbeş roja Çarşemê (28ê Hezîranê) taxên Hedret el-Seada û Ehmediya, li bakûrê rojavayêmizgefta Nûrî ya ku "Dewleta Islamî" (DAIŞ) di hefteya borî de ew wêran kir vegerandin, Fermandariya Operasyonên Nînewayê got.

Rojekê berê, wan ala Iraqî li deverên Beyd û Ras Ceda li Bajarê Kevin li Mûsilê bilind kir dema ku ew hêdî hêdî nêzîktirî çemê bajar dibin, fermandar ferîq Ebdilemîr Reşîd Yarela di daxuyaniyekê de got.

"Hêzên me operasyonên serbazî bi coş û îsrar ji bo rizgarkirina deverên mayî û ragihandina serketina tam didomînin," wî got.

"Ragihandina serketinê di demeke gelek kurt de dê werê," Serokwezîr Heyder Ebadî êvara roja Duûşemê ragihand.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500