Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî li Mûsilê pêş dikevin û sivîlan rizgar dikin

Hêzên Iraqî roja Sêşemê (20ê Hezîranê) şerên dijwar ligel "Dewleta Islamî" (DAIŞ) dikirin û sivîlên reviyayî rizgar dikirin ligel berdewamkirina êrîşa xwe li ser Bajarê Kevin ê Mûsilê, AFP ragihand.

Ferîq Ebdulxenî Esedî, fermandarekî bilind di Ajansa Dije-Terorê de, got ku şer weke tê pêşbînkirin berdewam e lê belê pêşketin hêdî ye.

"Tişt baş in û şer li gorî planê birêve diçe," wî ji AFP re got.

"Me gelek astengî hene -- sirûşta erdê, sirûşta avahî, cade û hejmara sivîlan -- hemû wiha dikin ku em hêdî karê xwe bikin."

Wî got ku sivîl ji Bajarê Kevin direvin, û nêzî 400 kesan roja Duşemê ber bi cihên hêzên Iraqî ve diçûn.

Tevî pêşketina hêdî, hêzên Iraqî roja Sêşemê deverên nû li rojavayê Mûsilê rizgar kirin, Fermandariya Operasyonên Mûsilê ragihand.

"Firqeya Zirxikirî ya 9ê beşê başûrî yê taxa Şîfa rizgar kirin, û Keleha Baş Tabya, zindana ciwanan û Mezara Yehya Ebû Qasim vegerandin," Ferîq Ebdul Emîr Reşîd Yarela di daxuyaniyekê de got.

"Yekîneyên me avahiya Rêveberiya Saxlemiya Nînewa, Kelîseya Mariya û pira pêncê jî vegerandin," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500