Nûçeyên Iraqê

Endamekî bilind yê DAIŞ yê Sûrî li Diyala hat kuştin

Hêzên Îraqî endamekî bilind yê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) di êrîşeke asmanî de ku Hewîca li bakur rojhilatê Bexdayê dikir armanc kuşt, encumena parêzgeha Diyala di daxuyaniyekê de roja Pêncşemê (8ê Hezîranê) got.

"Ebû Mihemed Şamî, endamekî DAIŞ yê Sûrî yê bilind e, di êrîşeke asmanî de ku ji alîyê hêmanê hêza asmanî ya artêşa Îraqî ve hatibû destpêkirin li ser navendeke DAIŞ li gundê Fedîxayê hat kuştin," serokê komîteya ewlekarî Sadiq Huseynî got.

Êrîşa asmanî piştî çavdêrîkirina tevgerên Şamî bi awayekî berdewam hat û bi piştgirîya dezgehên îstixbarata Îraqî û hêzên ewlekarîyê hate encamdayîn, wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500