Nûçeyên Iraqê

Lîderê DAIŞ yê Sûrî di operasyona Mûsilê de hat kuştin

Lîderekî Sûrî yê paye bilind yê rêxistina"Dewleta Islamî" (DAIŞ) di operasyoneke Ajansa Dije-Terorê ya Iraqî de li rojavayê Mûsilê hat kuştin, Fermandariya Operasyonên Nînewayê roja Çarşemê (10ê Gulanê) got.

Hêzên operasyonên taybet şeva Sêşemê "operasyoneke ku bi haydarî pilankirî ji bo amrancgiritina Ebû Eyûb Şamî, lîderê bilind ê DAIŞ ku weke fermandarê serbazî yên DAIŞ li rojavayê Mûsilê hatibû erkdarkirin, pêk anîn", emîd Ebdulemîr Reşîd Yarela ji Diyaruna re got.

Şamî û şeş alîgirên wî hatin kuştin, Yarela got.

"Artêş herwiha bi temamî taxa nişînbûyî ya Meamil vegerand", wî anî ser ziman jî.

"Operasyonên roja Çarşemê bi aramanca neçarkirina endamên DAIŞ ku ber bi Çemê Dîclayê ve vekişin û rê nedin wan ku di nava sivîlan de xwe veşêrin pêk tên," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500