Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî zorê didin êrîşa li ser rojavayê Mûsilê

Hêzên Iraqî 13 gund ji "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) di du rojên dawî de rizgar kirin, piştî ku wan operasyoneke giran roja Yekşemê (19ê Sibatê) ji bo rigarkirina rojavayê Mûsilê destpê kir.

Roja Sêşemê, hêzên Iraqê pêşveçûna xwe ya ber bi Balafirgeha Navdewletî ya Mûsilê ve dewam kirin, fermandarê operasyonên Nînewa ferîq Ebdulemîr Reşîd Yarela ji Diyaruna re got.

Asîmanê başûrê Mûsilê bi dûmana êrîşên asmanî û topxaneyan reş bû û bi hezaran hêz bi karwanên zirxî di balafirgehê de kom bûn.

"Gundên Heraqyat, Jemasa, Ezba, Baxîra, Ebyed, Kafur, Lezaka, Ebû Cewarî, Ibrahîmiya, Şêx Yunis, Quneytira, Zekrutiya û Hisêniya, û herweha kargeha Kehrebê û komelgeheke niştecihê hatine rizgarkirin," Yarala got.

"Herî kêm 80 terorîst, di şeran, pevçûnan û êrîşên asmanî yên hevpeymaniya navdewletî li ser cih û çeperên DAIŞ de hatine kuştin," wî got.

Li gorî texmînan 2,000 çekdarên DAIŞ rojavayê Mûsilê berdan, berpirsekî bilind yê Istixbarata Amerîkî roja Duşemê got, li gorî AFP.

Li gorî texmîna hevpeymaniya navdewletî berî destpêkirina operasiyona 17ê Cotmeh li ser Musilê 5,000 heta bi 7,000 tundrew bajar berevanî li bajar dikirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500