Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî pêş dikevin û bi sedên malbatan li Mûsilê rizgar dikin

Hêzên Iraqî li deverên dawî yên Mûsilê yên ji aliyê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ve dagirkirî pêş dikevin lê hebûna hejmareke mezin ji sivîlan pêşketina wan hêdî dike, berdevkekî serbazî roja Pêncşemê (1ê Hezîranê) got.

Piştî bêtirî heft mehan ji operasyona mezin ji bo kontrolkirina duyem mezintirîn bajarê Iraqî, hêzên ewlekarî tevahiya deverên Mûsilê ji bilî hinekan ji DAIŞ vegerandin, lê dibe ku nêzîkî 200,000 sivîlan asê bin li deverên ku dîn ji aliyê tundrewan ve dagirkirî ne.

"Tiştê ku pêşketina me asteng dike hebûna sivîlan e," berdevkê Fermandariya Hêzên Hevbeş ên Iraqî emîd Yehya Resûl ji AFP re got.

"Me bi sedên malbatan wergirtin bi rêya korîdorên ewle" ku ji aliyê hêzên Iraqî ve hatibûn ewlekirin, wî got.

Nêzîkî 391 malbatan ji Zencîlî û Bab el-Tûb roja Pêncşemê hatin derxistin, Resûl di daxuyaniyeke cuda de ji Diyaruna re got.

"Hêzên hevbeş herwiha 12 terorîst di şerên îro de kuştin," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500