Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî 200 sivîlan ji Bajarê Kevin rizgar dikin, lê gelek jî asê mane

Hêzên Iraqî roja Pêncşemê (6ê Tîrmehê) li hember çekdarên dawîn ên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li Bajarê Kevin ê Mûsilê cengiyan, NY jî got ku nêzîkî 20,000 sivîl li wir asê mane û di "metirsiyeke mezin" de ne.

Hêzan sê molgehên DAIŞ wêran kirin û 13 terorîst kuştin li sê sikakan li nava taxa Necfî, berdevkê Fermandariya Operasyonên Hevbeş Emîd Yehya Resûl ji Diyaruna re got.

"Hêzên Iraqî kolana Tîn û sê sikak rizgar kirin û pêşketina xwe li Necfî didomînin," wî got.

"Nêzîkî 200 sivîlan, ku piraniya wan jin û zarok in, hatine derxistin û alîkariya bijîşkî ya bilez û xwarin ji wan re hatin pêşkêşkirin," Resûl got.

Lê belê, Nêzîkî 20,000 sivîl hîn li Bajarê Kevin asê mane, kordînatora mirovî ya NY li Iraqê Lîza Grandê ji AFP re got.

"Texmînên me di vê qonaxê de ew in ku dibe di molgehên dawî yên Bajarê Kevin (yê Mûsilê) de, bêtirî 15 hezar sivîl hebin, dibe ku digihin heta 20,000an jî," wê got.

"Ew di metirsiyeke zêde de ne ji ber bombebarankirinê, ji ber agirê topxaneyê. Çekdarên DAIŞ ên hîn li wir in hîn bi awayekî rasterast sivîlan dikin armanc eger hewla derketinê bidin," Grandê got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500