Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Tektîkên DAIŞ li Mûsilê pêşveçûyîna hêzên Iraqî hêdî nakin

Xalid Ta'î

Serbazên ji hêzên Iraqî yên taybet kolanekê ewle dikin di dema operasyonekê de li dijî çekdarên "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" li taxa Bekir li rojhilatê Mûsilê di 30ê Mijdara 2016an de. [Thomas Coex / AFP]

Serbazên ji hêzên Iraqî yên taybet kolanekê ewle dikin di dema operasyonekê de li dijî çekdarên "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" li taxa Bekir li rojhilatê Mûsilê di 30ê Mijdara 2016an de. [Thomas Coex / AFP]

Tevî ku gelekî tektîkên bêsûd bikar tîne ji bo berdewamkirina kontrola xwe li ser taxên dawî yên Mûsilê yên di bin kontrola wê de, "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) her rastî şikestinê tê, berpirsên Iraqî dibêjin.

DAIŞ bikaranîna xwekujan zêde kiriye ji bo astengkirina pêşketina hêzên Iraqî, berdevkê Fermandariya Operasyonên Hevbeş emîd Yehya Resûl got.

Girûpê segvan li serbanên malên xelkê bicih kirine, xelkê weke mertalên mirovî li hember agirê Iraqî bikar tîne, wî ji Diyaruna re got.

"Dijmin welatiyan neçar dike ku ji malên xwe derkevin û xwe di nav wan de vedişêre daku ew di navbera taxan de bigere," Resûl got.

Serbazekî Iraqî silavê li keçeke biçûk û malbata wê dike li taxeke nû rizgarbûyî li Mûsilê. [Wêne ji Ajansa Dije Terorê hatiye wergirtin]

Serbazekî Iraqî silavê li keçeke biçûk û malbata wê dike li taxeke nû rizgarbûyî li Mûsilê. [Wêne ji Ajansa Dije Terorê hatiye wergirtin]

"Em çaverêya awayên tirsonek ên terorîstan dikin, ku xwe û otombîlên xwe li kolan û sikakên teng ên Mûsilê diteqînin bêyî ku hesabê ji jiyana sivîlan re bikin," wî got jî.

Îradeya şikandina DAIŞ

"Em rûbirûyî komeke tawankar tên ku ew amade ye her tiştî bike," Resûl got. "Ew dizanin çiqasî em guhdanê bi parastina jiyana sivîlan dikin û ew hewl didin bi vê kartê bilîzin."

"Lê belê, ew diherifin û berxwedaniya wan êdî qels dibe. Awa û tektîkên wan ên kirêt hene û îdareya me ya ji bo şikandina wan û parastina xelkê heye," wî got jî.

Tevî astengiyan, hêzên rizgarker karîn gelek taxan li rojhilatê Mûsilê, li berava çepê ya Dicla, kontrol bikin, wî got.

Fermandarên Iraqî texmîn dikin ku 40% ji aliyê bajêr ê rojhilatî di operasyona, ku 17ê Cotmehêdestpê kiriye de, hatiye vegerandin.

"Leşkerên me xwedî ezmûneke xurt in di şerê kolanan de û îstixbarata me ya serbazî çavdêriya her pilan û tevgereke dijmin dike," Resûl got. "Em dê di demeke nêzîk de derbasî taxên li berava rastê [ya Dicla] bibin û bigihin navenda bajar."

Ev du sal in ku endamên DAIŞ xwe ji vî şerî re amade kirine, ji dema ku wan Mûsil dagir kir, pisporê ewlekarî û berpirsê berê di Wezareta Hundir de Casim Henûn ji Diyaruna re got.

"Lê belê, ew rûbirûbyî yekîneyên serbazî yên ku li ser şerkirina di xirabitîn şertûmercan de hatine rahênan dibin," wî got. "Herwiha, xelk hebûna wan qebûl nakin û dixwazin ji wan xilas bibin."

Tektîkên bêsûd

Pêşketina serbazî li Mûsilê ew yek eşkere kiriye ku DAIŞ kopiyên sexte yên depî yên otombîlên zirxî derdora taxên niştecîbûnê danîne ji bo şaşkirina hêzên ewlekarî û balafirên Iraqî û yên hevpeymaniyê, Henûn got.

Hêzên Iraqî herwiha toreke berfireh ji rêyên binerdê dîtin ku ji aliyê DAIŞ ve hatine kolan bi rêya bikaranîna bildozer û karkerên di zindanên wê de.

"Ew tunelên, ku hinek ji wan deveran bi hev ve girê didin, beşek ji metodên serbazî yên berevaniyê bûn, ku ev yek jî weke binketinekê hat piştrastkirin," wî got.

"Piştî jidestdayîna gelek çavkaniyên mirovî û yên şer, tek bijardeya terorîstan niha ew e ku şer ji pişt sivîlan bikin û hêzan bikşînin şerê nav deverên niştecîbûnê ji bo astengkirina pêşketina wan," wî got jî.

"Hêzên me bi hişyariyeke mezin û tirseke li ser selametiya xelkê bi vê tektîkê re mamele dikin û bi amadekariyeke bêtir ji bo êrîşkirina li ser dijmin a ji nişka ve," wî got.

Şer xweş bi pêş ve diçe

Di 20ê Mijdarê de, Wezareta Berevaniyê vîdyoyek li ser malpera xwe belav kir ku tê de xuya dike çawa berpirsên îstixbarata serbazî di navenda Mûsilê de dimeşin û ev yek weke mîsyoneke mêrxas û bikwalît hat wesifkirin.

Navenda bajar nîv-vala xuya dike, ji bilî tevgereke sînordar a sivîlan derdora xalên kontrolê yên DAIŞ.

"Karîgeriya DAIŞ li navenda Mûsilê di daketinê de ye û rêxistin hemû giraniya xwe berdaye şerê li rojhilatê bajar û li eniyên şer ên din," cîgirê serokê encumena parêzgeha Nînewa Nûredîn Kebelan ji Diyaruna re got.

"Morala terorîstan gelekî nizm e û ew hewl didin ku bi rêya belavkirina dengoyan di nav xelkê de ku wan deverên ku ji dest dabûn vegerandine dubare bilind bikin, yan bi rêya belavkirina amarên şaş û nûçeyên nerast li dor ziyanên di nav rêzên artêşê de," wî got.

"Şerê Mûsilê xweş diçe pêş tevî hemû tektîkên kirêt ên DAIŞ û rêznegirtina wê ji jiyana bêriyan re," Kebelan got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500