Nûçeyên Iraqê

Nexweşxaneya Sûrî jiyanan bi sîstema rojîn rizgar dike

Qawîşê nûbûyîyan û oderyên lezgîn li nexweşxaneya bakûrê Sûriyê roja Sêşemê (30ê Gulanê) panelên rojîn ên nû bikar anîne yên ku kehrebê bê sekinandin bide wan ji bo cara yekem di çend salan de, li gorî AFP.

Nexweşxaneyên li erdên Sûrî yên di kontrola opozisyonê de rastî qutbûna kehrebê anjî qutbûna petrolê ku metrisiyê li ser jiyanê pêk tîne tên.

Yekêtiya Rêxistinên Haydarî û Hawarçûnê (UOSSM) hêvî dike ku projeya sîstema rojî ya wê dê bikaribe herdû astengiyan biborîne.

UOSSM 480 panelên rojî li nexweşxaneyeke mezin li erdên li bakûrê Sûriyê ku ji aliyê opoziyonê kontrolkirî ne di Kanûna Yekemê de danîne, wî got, û proje roja Sêşemê bi awayeke fermî bû berdest.

Rêxistian xêrxwaz a pijîşkî nexwest cihê nexweşxaneyê diyar bike.

"Armanca me danîna sîstemeke hêza rojî ku bikaribe hêzeke paqij, pêbawer û erzan ji bo nexweşxaneyên awarte yên li Sûriyê daynin," Tarek Makdisi, ku projeya rojî ya Sûriyê UOSSM birêve dibe, got.

"Nabe careke din nesaxên vê nexweşxaneyê ji ber qutbûna kehrebê azarê bibînin," Makdisi got.

Li gorî UOSSM, panêl dê alîkariya saziya wan bike ku her meh zêdetirî 7,000 lîtrê dîzela buha xerc nekin, anjî 20 heta 30% ji xerckirina wê.

Dê alîkariaya haydariya bihêz ji bo 700 heta 800 nexweş bikin.

Û di haletên qutbûna temam ya kehrebê, qawîşên mîna saziya nûbûyî, yekîneyên haydariya çirûpir û odeyên awarte her dikarin bi serbixwe dewam bikin, Şadî Şehda, birêveberê şaxê UOSSM li Swîsrayê, got.

UOSSM dê niha $1.5 milyon dolar ji bo fundkirina panelên rojîn li pênc nexweşxaneyên din li deverên di destê opozisyonê de li bakûrê Sûriyê dixwaze.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500