Nûçeyên Iraqê
Aborî

Şam rastî kêmbûna sotemenî û şîrê zarokan tê

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Sûrî di tabûrê de ne li hêvîya xazê ne. [Wêne ji Mihemed Bêk hatiye wergirtin]

Sûrî di tabûrê de ne li hêvîya xazê ne. [Wêne ji Mihemed Bêk hatiye wergirtin]

Nerezîbûneke dijwar digire ser herêma Şamê ji ber nebûna şîrê zarokan, xaz û mazotê, çalakvanekî Sûrî ragihand.

Ev made heta astekê mezin ji bazargehê kûm bûne, lê li bazargeha reş bi buhane bilind tên dîtin, çalakvanekî ji herêma Şamê bi navê Mihemed Bêk ragihand.

Wî ji Diayruna re got ku dora mehekê, hejmarek pêdivîyên sereke ji bazargehê hatibû qutkirin, nemaze şîrê zarokan, xaza xwarinê û mazota sobeyan.

Bêk ragihand ku alozî xerabtir bû piştî ku rêxistinên mirovahîyê, yên şîrê zarokan pêşkêş dikirin operasyonên xwe yên alîkarîyê li herêmê li ser esasê ku ewlehî vegerîya û nema devereke şer e, rawestand.

Nîşaneke li ser dermanxaneyeke li Şamê dalqandî, dibêje ku şîrê zarokan li cem tue ye. [Wêne ji Mihemed Bêk hatiye wergirtin]

Nîşaneke li ser dermanxaneyeke li Şamê dalqandî, dibêje ku şîrê zarokan li cem tue ye. [Wêne ji Mihemed Bêk hatiye wergirtin]

Bêk dîyar kir ku "kêmbûna mazotê û qutbûna kehrebê hişt niştecih depên heyî û metryalên din weke cilên kevin bo germkirinê bişewitînin".

Bêk da zanîn ku di heman demê de, alozîya xaza xwarinê hişt bi dehan xwaringehên şawirma, mirîşk û yên felafil derîyên xwe bigirin li paytextê.

Wî anî ziman ku "xwaringehine din buhayên xwe çar qatan bilind kirin ji ber ku neçar bûn xaza xwarinê ji bazargeha reş bikirin."

Bêk got ku kêmbûna van heyberan hişt ku hinekî buhayên bazargeha reş bilind bibin, ku buhayê şîr ji 2,500 lîreya Sûrî ($4.85) derket bêhtir ji 10,000 lîreyê ($19.41).

Wî anî ziman ku buhayê qenîneya xazê gihaşt 9,000 lîreya Sûrî ($17.47).

"Hinek bazirgan van tiştan ji kesên ku ev heyber di destpêka alozîyê de emabr kiribûn, dikirin ku li benda nebûna wan dimînin daku bi buhayên pir bilind bifroşin," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500