Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Şêniyên rojhilatê Mûsilê êdî jiyana xwe ya normal didomînin

Xalid Ta'î

Ciwanin ji rojhilatê Mûsilê rizgarkirina taxên wan ji destê "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" di meha borî de pîroz dikin. [Wêne ji Navenda Agahiyên Nînewa hatiye wergirtin]

Ciwanin ji rojhilatê Mûsilê rizgarkirina taxên wan ji destê "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" di meha borî de pîroz dikin. [Wêne ji Navenda Agahiyên Nînewa hatiye wergirtin]

Hewaya jiyana normal êdî divegere rojhilatê Mûsilê piştî ku bi hezaran şênî vegeriyan malên xwe û hewla vejiyandina rojên xwe yên berê didin.

Dema ku çekdarên "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) di 2014an de Mûsil girtin, wan salona ciwankarî ya Merwan el-Heyalî girt bi behaneya ku ew ne îsalmî ye.

Girûpê "karkirina di vê pîşeyê de bi yekcarî qedexe kir", el-Heyalî ji Diyaruna re got, vê yekê jî ew naçar kir ku hinek ji tiştên nav dukana xwe yên ku nayên bikaranîn bifiroşe.

Aniha hêzên hukmeta Iraqî milîtanên DAIŞ ji rojhilatê Mûsilê derxistine û amadekariyên bo êrîşkirina li ser beşê rojavayî dikin, el-Heyalî vegeriya mala xwe li taxa Zehra piştî ku wî du mehên awarebûnê tev malbata xwe li kampa Hesen Şam derbas kirin.

"Beriya niha min tama rihetiyê nedidît û min hest bi selamiyê nedikir," wî got.

"Sipas ji Xwedê re ku em bi rizgarkirinê şad kirin, me jiyan dikir, lê em mirî bûn," wî got. "Aniha taxa me ewleh e û dukanan û bazaran dîsan deriyên xwe vekirine."

Vegera hêdî hêdî bo bajar

"Bi tenê em bi hewcedarê xizmetguzariyan in," el-Heyalî got. "Em ji ber nebûna ava vexwarinê û qutbûna kehrebê dinalin, lê dê hertişt weke berê vegere ji ber ku em dibînin ka çawa saziyên xizmetguzariyê bi awayekî çalak dixebitin."

El-Heyalî got ku vê dawiyê wî pere deyn kirine daku dîsan dukana xwe veke û dest bi kar kiriye daku debara malbata xwe bike.

Jiyanê bilez li rojhilatê Mûsilê destpê kir, endamê komîteya xizmetguzariyan a encumena parêzgeha Nînewa, Husamedîn el-Ebar got.

Karmandên saziyên xizmetguzariyê bi bêwestiyan dixebitin daku tevahiya xizmetguzariyan berdest bikin û deverê ji bermahiyên şer ên DAIŞ, tevî zehmetiyan paqij bikin, wî ji Diyaruna re got.

"Heta niha şaredariya Mûsilê nêzî 30 loriyên zibil û bermahiyan avêtine û piraniyan wan ji aliyê terorîstan ve an hatibûn dizîn anjî hatibûn wêrankirin," wî got.

"Me ava vexwarinê li taxên Somer, Wehda û Filestîn dîsan peyda kir piştî çalakirina projeya ava Sahîrûn," el-Ebar got, da zanîn jî ku karê çakirina ziyanên gihane projeyên Qusûr û Quba li dar e û me dest bi zêdekirina taxên mayî bi avê kiriye.

Herwiha xebatên çakirina di warê ximetguzariyên weke kehrebê, tenduristî û perwerdahiyê de, bi hevkarî ligel hêzên serbazî, didomin, wî da zanîn.

Weke pêngava pêşîn, rêveberiya xwecihî alikariya bilezkirina proseya dayîna mûçeyên derengmayî ji fermanberên wezaretên perwerdahî, şaredariyan û pîşesaziyê kiriye, el-Ebar got.

Aniha berîtî ji çakirina jêrxaneya bingehîn re ye, wî got.

Qerebûkirina şêniyên ku ziyan gihiştiye wan

"Piştî ku rewş seqamgîr bibe û dadgehên pêwendîdar dergehên xwe vekin, dê komîteyên dewletê bên sazkirin daku kesên ku ji ber terorê ziyan gihiştiye kar û mulkên wan bên qerebûkirin," wî da zanîn.

DAIŞ bi mebest gelek projeyên xizmetguzariyê ji Mûsilê wêran kirin piştî ku ew rastî şikestinên mezin hat, parlementerê Iraqî ji parêzgeha Nînewa, Ehmed el-Carba, ji Diyaruna re got.

"Xebatên nûkirinê didomin, lê divê ew xebat duqat bibin û kar destpê bibe çaxê ku dever ji şer xilas bûn, şênî jî bi hewcedariyek mezin ji xizmetguzariyan û programên alîkariya mirovî re ne," wî got.

"Gelek welatiyên Mûsilê ziyan gihiştiye mulkên wan û hineke din jî bêkar mane û jêderê debara jiyana xwe ji dest daye," wî got, û banga dariştina pilaneke giştgîr a alîkarîkirina kesên ziyan gihiştiye wan kir.

Di navbera 17-26ê Kanûna Duyem de, herî kêm 10,000 vegeriyane malên xwe li taxên Gogcelî, Semah, Zehra, Qadisiya û Edin, li gorî Elî Ebas, cîgirê serokê odeya operasyonên lihewarçûna awareyan a ser bi Wezareta Koçberan a Iraqî ve li Herêma Kurdistanê.

"Tevahiya van kesên vegeriyayî di dema operasyona rizgarkirinê de awareyî kampên Xazir û Hesen Şam bûbûn, û piştî taxên wan hatin vegerandin wan li bayê bezê veger hilbijart," wî got.

Dora 60,000 aware hîna li wan herdu kampan jiyan dikin, Ebas ji Diyaruna re got.

Kesên vegeryayî pêdiviyên çêkirina xwarinê û germkirinê, betanî, û selkên xwarinê wergirtin daku alîkariyê di kêmkirina zehmetiyên ku ew wan jiyan dikin bike heta wê dema ku ew dubare jiyana xwe ya normal vegerînin, wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500