Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî li taxên Mûsilê Tenek û Abar pêş dikevin

Ajansa Dije-Terorê ya Iraqê û yekîneyên bersivdayîna bilez operasyonek bo rizgarkirina taxên Abar û Tenek li rojavayê Mûsilê roja Çarşemê (12ê Nîsanê) pêk anîn, Fermandariya Operasyonên Hevbeş yên Iraqî ragihand.

"Êrîşa li ser van herdu taxan ji du aliyan ve ligel piştgiriya asmanî ya hevpeymaniya navdewletî pêk tê," berdevkê wezaretê emîd Yehya Resûl ji Diyaruna re got.

Hêzên Iraqî niha ligel çekdarên "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) li "sikak û kolanên teng" di nav pevçûnan de ne, wî got.

"Em niha deverên girtî ji niştecihan vala dikin," wî got, bal jî kişand ku niştecih bi rêya spîkerekî hatin hişyarîkirin ku xwe ji caman dûr bikin û heta dema ragihandina rizgarkirina temam ya herdu taxan malên xwe bernedin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500