Rêxistina "Dewleta Islamî" aniha bi tenê çar taxan li rojavayê Mûsilê kontrol dike, Fermandarê Operasyonên Mûsilê ferîq Ebdulemîr Reşîd Yarela roja Duşemê (15ê Gulanê) got.
"Hêzên Iraqî derbasî Werşan û Bab Sincar bûne, cihên ku şer li wan berdewam e, û heta niha wan zêdetirî 50% ji van herdu taxan vegerandine," Yarela ji Diyaruna re got.
"Aniha DAIŞ bi tenê kontrola çar taxên mirovnişîn dike, û piştre, em dê rizgakirina temam a Mûsilê rabigehînin," wî got.
Hîna hebûna rêxistinê li "6% ji tevahiya rûbera Mûsilê heye", Yarela ragihand, anî ser ziman jî ku "çekdarên mayî yên wê bûne molgeh û şaneyên belawelabûyî û em kar li ser çavdêrîkirin û jinavbirina wan di demeke nêz de dikin".