Hêzên Iraqî niha 45 dever û taxên li rojavayê Mûsilê rizgar kirine û di hewlên xwe de bo rizgarkirina deverên mayî berdewam in, Fermandarê Operasyonên Nînewa Ferîq Ebdulemîr Reşîd Yarella ji Diyaruna re got.
Roja Duşemê (27ê Adarê), hêzên Iraqî temşît û paqijkirina deverên Wadî Eyn û Recim Hedîd temam kirin piştî ku şeva berî wê bi temamî rizgar kiribûn, wî got.
"Niha hejmara tam a dever û taxên rizgarkirî li rojavayê Mûsilê bo 45 dever û taxan zêde bûye, hevdem deverên di kontrola "Dewleta Islamî li Iraq û Şamî" (DAIŞ) de bo 12 taxan kêm bûye," wî anî ziman.
Hêzên Iraqî bo rizgarkirina taxên nêzîkî wan ber bi wan ve pêş dikevin, weke taxên Nehrewan û Sînaa, Yarella got.