Nûçeyên Iraqê

Almanya 5 kesan bi piştgirîkirina komên tundrew sûcdar dike

Dadgeha Almanî îro pêncşemê (6ê Nîsanê) pênc kesên tundrew ên Îslamî bi piştgirîkirina komên terorîst li Sûrîyê sûcdar kir û ew bi şeş sal û sê meh zindan ciza kirin, AFP ragihand.

Çar mêr û jinekê alîkarî kir bi "Dewleta Islamî li Îraq û Şamê" (DAIŞ) û hin komên çekdar ên din di tejnîdkirin, peydakirina pereyan û şandina otombîlan de, dadgehê li bajarê Rojavayî Duseldorfê wiha hukum kir.

Gulfiroşekî Elmanî yê jê re tê gotin Mirza Tamor B.,60 salî ye, cezaya şeş sal û sê meh zindan lê hate birîn.

Kesekî Elmanî din, Kays B. O., 34 salî ye, cazaya çar sal û nîv zindan lê hate birîn.

Mercên rawestandinê ji heşt heta şezdeh mehan dane dest Leyla B. O.,29 salî ye, Mihemed D., 37 salî ye û Mihemedê Pakistanî R., 34 salî ye.

Çend kesên bersûc di êrîşên berfireh de yên ku tendrew kiribûn armanc di dawiya sala 2014an de hatibûn girtin.

Ew kesên tohmebar ên ku li pêşiya dadgehê axivîn ew tuhmeyên ku li dijî wan red kirin, daxuyaniyê got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500