Nûçeyên Iraqê

Îraqê nûciwanekî tundrû yê Elmanî bi zindanê hukim kir

Dadgeheke Îraqî nûciwanekê Elmanî bi şeş sal zindan hukim kir ji ber endamtiya wî di "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) de û derbasbûna wî ji Îraqê re bi awayekî ne yasayî, AFP Duşemê (19ê Sibatê) ragihand.

Çavkeniyekê ji dadgehê got ku keça, 17 salî, Yekşemê bi pênc sal zindan hat dadgehkirin ji ber endamtiya wê bi DAIŞ re û salekê ji ber ew bi awayekî ne yasayî derbasî Îraqê bûye.

Roja 21ê Kanûna Duyem, jineke Elmanî bi esil Mexribî bi sêdaredanê hat hukimkirin, bi gunehên peydakirina "piştgiriya lojistî û alîkarîkirina koma terorîst bo pêkanîna tawanan".

Li gorî raportên medyayî li Elmanyayê, jina gunehkar, bi navê Lamya K., ji Manhêmê di Tebaxa 2014an çûye. Ew ji aliyê hêzên Îraqî ve hat girtin di qonaxên dawî de ji şerê bakurê bajarê Mûsilê.

Herî kêm du jinên din ên Elman di zindanê de ne li Îraqê, di nav de Lînda W., a ku ji mala xwe winda bû di havîna 2016an de, demeke kurt piştî ew bû musilman.

Keç ji Pulsnitz li Saxonyî ye, di civînekê de li gel rojnamegerine Elmanî li Bexdayê havîna çûyî, gotibû ku ew dixwaze li malbata xwe vegere û cezayê xwe bixwe.

Di haleke din de, jineke Fransî ya tundrû de, ku bi heft meh zindan hat cezakirin ji ber derbasbûna Îraqê bi awayekî ne yasayî, roja Duşemê biryar hat dayîn ku were serbestberdan û dîportkirin.

Melîna Bogedir, 27 salî, hat girtin havîna borî li Mûsilê bi çar keçên wê re, sê ji wan bo Fransayê hatin vegerandin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500