Nûçeyên Iraqê

Welatiyekî Siwêdî hate zindanîkirin ji ber banga di Facebookê de bo fînansekirina DAIŞ

Welatiyekî Siwêdî bi şeş meh zindan roja Pêncşemê (23ê Sibatê) hate cezakirin ji ber banga wî ji xelkê re di rêya Facebookê re ku "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) fînans bikin, AFP got.

Di hesabekî Facebookê de yê Ehmed Qadan, yê 34 salî, postek bi zimanê Siwêdî û di 21 Tebaxa 2013an de hatiye nivîsandin tên gotin: "Alîkariya me di zêdekirina birayên me yê li çeperan de bi çekan bike daku ew tola bira û xuşkên bistênin."

Dadwerê dadgeha devera Malmo Lennart Strinas got ku ev halete yekem e li Siwêdê.

"Dibe ku tawana zilam di qunexeke pêşîn ya zincîrek ji buyeran de be lê belê helbet ew dibe bibe sedema tawaneke tîrorî ," wî got.

Bang li wan kesên ku dê post bixwînin tên kirin ku pêwendiyê bi du kesên binavkirî bikin daku hejmara hisabê bankê yên ku dikarin peran bişînê bikin, dadgehê got. Yek ji wan kesên ku navê wî di postê de derbas dibe li ser lîsta NY û Yekîtiya Ewropî ye weke fînanserekî terorê.

Post "bi wî awayî hatibûn belavkirin ku herkesê ku derbasî înternetê dibe dikare wan bixwîne, heta ew kesên ku hesabê wan yên Facebookê tune bê jî", dadgehê got.

Dora 300 kesan ji Siwêd sefer kirin daku di nava rêzên girûpê tundrê de li Sûriyê û Iraqê şer bikin, li gorî ajansa hewalgiriya Siwêdî (Sapo).

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500