Nûçeyên Iraqê

Li 4 bajarokên dorpêçkirî li Sûriyê rêkeftineke derxistina sivîlan pêk hat

Çar bajarokên Sûrî ku di bin dorpêçkirineke felckar de ne bo zêdetirî heyama du salan dê li gorî rêkeftineke ku roja Sêşemê (28ê Adarê) pêk hat bên valakirin, li gorî AFP.

Niştecihên Zebedanî û Medaya, du bajarokên Sûrî yên nêzî Şamê ne ku di bin dorpêçkirina rejîmê de ne, dê ji malên xwe derkevin, di berdêla valakirina Fua û Kefraya, du bajarokên li bakûrê-rojavayê ku ji aliyê opozisyonê ve dorpêçkirî ne, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov Ragihand.

"Tê pêşbînîkirin ku valakirin hîna 4ê Nîsanê destpênekin, lê belê weke tedbîreke xêrxwaz, agirbestek ji bajarokan re bi şev pêk hat," birêveberê Rewangehê Ramî Ebdilrehman got.

"Niha ew der bêdeng e," wî da zanîn.

Her çar bajarok beşek in ji rêkeftineke ku di sala 2015an de hat pêkanîn ji bo gihandina alîkariyan û pêkanîna derxistina sivîlan.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500