Nûçeyên Iraqê

Çekdarên Opozîsyona Sûriyê deverekê li başûrê Şamê diterikênin

Rejîma Sûriyê Sêşemê (13ê Adarê) çend hezar çekdarên opozîsyonê ji deverekê li başûrê Şamê, ku ev sê sal in ew wê kontrol dikin, derxistin û berê wan dan bakurê welat, AFP ragihand.

Heyva Sor a Erebî ya Sûrî piştrast kir ku valakirin ji navçeya Qedem,pêk hatiye, tê payîn jî ku 300 çekdar piştre gihiştine parêzgeha Idlibê.

"Rêkeftineke ku Îlona 2017an pêk hat di navbera rejîma Sûriyê û komên Îslamî de, di nav de Tehrîr el-Şam, îroj hat bicihanîn," Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got.

Koma din a ku li Qedemê hebûna wê hebû Ecnad el-Şam bû.

"Herî kêm 1,300 kes, di nav de çekdar tev malbatên xwe, hatin veguhestin," serokê Rewangehê, Ramî Ebdil Rehman, got.

Berpirsekî Heyva Sor a Erebî ya Sûrî li Şamê piştrat kir ku rêxistina wan cih di proseyên valakirinê de li Qedemê girtiye lê wî nikarî tu hejmaran parve bike.

Nûçegihanekî AFP hinek çekdar dîti dema ew ji basan peya dibûn li Qalaet Medîq, bajarokeke dikeve li ser tixûbê başûrî yê parêzgeha Idlibê.

Tifaqa ku hişt rejîma kontrola xwe li ser Qdemê begerîna dibe rê vebike li vber valakirinên din di deverine piçûk ku xelkê ji wan direvin, di nav de taxên Cober, Hecr Eswed û Yermûk li Şamê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500