Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Tehrîr el-Şam ji Kampa Yermûkê derdikeve

Welîd Ebû Xêr li Qahîrayê

Çekdarin ji enîya gelêrî a rizgarkirina Felestînê ya bi ser rejîmê ve li deverekê li Kampa Yermûkê rawestîyane, kampa ku vê dawîyê ji alîyê rêxistina Tehrîr el-Şam ve hate valakirin. [Wêne ji Nacî Amir hatiye wergirtin]

Çekdarin ji enîya gelêrî a rizgarkirina Felestînê ya bi ser rejîmê ve li deverekê li Kampa Yermûkê rawestîyane, kampa ku vê dawîyê ji alîyê rêxistina Tehrîr el-Şam ve hate valakirin. [Wêne ji Nacî Amir hatiye wergirtin]

Şerkerên hevalbendên rejîmê Sêşemê (1ê Gulanê) derbasî deverekê li Kampa Yermûkê li başûrê Sûrîyayê bûn ku ji nû ve hatiye vegerandin ji hêla hevbendîyeke tundrû ve, çalakvanine ji hundirê Kampê wiha ji Diyaruna re gotin.

Endamine Tehrîr el-Şam -- hevbendîyeke tundrû ye ku Enîya Nisrayê tê de serdest e --berî çend demjimêran Kamp vala kirin, li gorî lihevkirineke bi rejîmê re.

Çekdarine komên bi ser rejîmê ve, ku mezintirîn komên wê Enîya Gelerê ya Rizgarkirina Felestînê ye (PFLP), derbasî taxên ku hatine valakirin dibin, perestar û niştecihê Yermûkê Nacî Amir wiha ji Diyarune re ragihand.

Berîya çend demjimêran, endamên Tehrîr el-Şam çûn, û berê xwe didin bajarokên Babîla, Bêt Sehim û Yaldayê weke rêvekirin ji valakirina wan re, tev çekdarinan li wan bajarokan, bo parêzgeha Idlibê li bakurê Sûrîyayê.

Dîmenek ji Kampa penaberên Felestînî ya Yermûkê li Başûrê Şamê wêrankirina ku êrîşên asmanî pêk anîbû dide dîyarkirin, êrîşên ku ji hêla Rejîma Sûrîyayê û hevalbendên wê ve hatine pêkanîn. [Wêne ji Nacî Amir hatiye wergirtin]

Dîmenek ji Kampa penaberên Felestînî ya Yermûkê li Başûrê Şamê wêrankirina ku êrîşên asmanî pêk anîbû dide dîyarkirin, êrîşên ku ji hêla Rejîma Sûrîyayê û hevalbendên wê ve hatine pêkanîn. [Wêne ji Nacî Amir hatiye wergirtin]

Li gorî lihevkirina ku bi rejîmê re gihaştibûnê, çekdarên bi ser rejîmê ve yên li bajarokên Fûa û Kefereyayê ne û hejmareke mezin ji sivîlan dê bikaribin ber bi deverên ku li jêr kontrola rejîmê ve biçin.

Lihevkirin rastî kelemekê tê

Derdora 200 endamên Tehrîr el-Şam tev li malbatên xwe û hinek sivîlên din dest ji Yermûkê berdan, ku çekên xwe yên kesayetî, demançene sivik û samanine kesayetî bi xwe re hilgirtine, ku her yek dikare tenê yek çenteyî hilbigre.

Heta şeva Sêşemê, Amir got, "ku bas heya niha nelebitîne ji bo veguhestina çekdar û sivîlan ji wan her sê bajarokan ji ber kelema ku di rêya lihevkirinê de derketiye".

"Çekdarên Kefereya û Fûayê û niştecihan nepejirandin ku bi xetra yekemîn a 1500 kesî dihewîne re derkevin, û daxwaz kirin ku derketina yek carî be li şûna du caran," wî got.

Mercek ji lihvkirinê dibêje ku beşê duyemîn dê berî Meha Remezanê bar bike, ango piştî du heftîyan ji aniha.

Amir ragihand ku agahîyên ji Kefereya û Fûayê hatine wergirtin tekez dikin ku rewşên bizîşkî yên dijwar nemane, tev li pîremêr û ciwanan.

Wî got ku li gorî şahidan, beşê Yermûkê yê ku ji alîyê Rêxistina Tehrîr el-Şam ve hatibû valakirin bi temamî hatiye rûxandin û mayîn û teqemenîne çêkirî lê belawela bûne ku hevbendîyê li paş xwe hêla bûn.

Herwiha ew bi tunelan jî tejî ye, yên ku ji alîyê Tehrîr el-Şam ve weke hewîngehan hatine bikaranîn di dema bombebarankirina giran de li ser deverê, wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500