Nûçeyên Iraqê

Rejîma Sûrî rawestgeha ava Helebê ji destên DAIŞ derxistiye

Rejîma Sûrî û hêzên hevpeymanên wê duh Sêşemê (7ê Adarê) rawestgeha avkêşiyê ya ku avê digihîne Helebê, ji destên DAIŞ derxistiye, li gorî raporteke AFP.

"Hêzên rejîmê devera Xifsayê xiste jêr kontrola xwe û rawestgeha avkêşîyê piştî vekişîna DAIŞ vegereand jêr serdestiya xwe," birêveberê Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov, Ramî Ebdulrehman, got.‏

"DAIŞ li hember êrîşa hêzên rejîmê û hevpeymanên wê têk çû," wî got.

Rawestgeha Xifsayê ya avkêşiyê avê digihîne Helebê û ev 50 roj bûn ku DAIŞ borîyên sereke yên avê girtibûn û av ji ser niştecihên bajar Helebê yên li jêr serdestiya rejîmê birîbû.

Êrîşa rejîmê ya li ser parêzgeha Helebê, êrîşên esmanî yên giran û bombebarandin li xwe girtin û hişt ku kesên sivîl dest ji cih û warên xwe berdin, NY jî got ku ji 25ê Sibatê ve, herî kêm 26.000 kes reviyane.

Hevdem, piştî kêmî 24 saetan ji ragihandina agirbestekê, du kes îroj Çarşemê ji encama bombebarandina devereke opozîsyona Sûrî ya li nêzî Şamê hatine kuştin.

"Xortek û jinek ji encama êrîşeke esmanî ya li ser Dûmayê, ku bajarokê herî mezin ê devera Xûtaya Rojhilatî ye, hatine kuştin," Ramî Ebdulrehman got.

Êrîşên esmanî li bajarokê Erbînê jî dan, herwiha topaxaneya rejîmê Heresta armanc girt û nêzî 24 kes li Xûtaya Rojhilatî birîndar xistin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500