Nûçeyên Iraqê

Balafirên rejîmê 11 kesan li parêzgeha Idlibê ya Sûrîyê dikujin

Ajansa AFP îroj Duşemê, 27ê Sibatê, dîyar kir ku şeva bihûrî, herî kêm yazdeh kesên ku piranîya wan sivîl in, ji ber êrîşên asmanî yên balafirên rejîmê hatine kuştin. Hêzên rejîmê herwiha li parêzgeha Helebê bi pêş ve çûn.

Birêveberê Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirov, Ramî Ebdulrehman, got ku duh piştî nîvê şevê balafirên rejîmê êrîş birine ser çend deverên bajarokê Erîha.

"Hejmara pêşîn a kuştîyan gihaştiye yazdeh kesan ku herî kêm heft ji wan sivîl in û sisê jî zarok in," wî got.

Ramî Ebdilreman da zanîn ku hin kes winda ne û tîmên rizgarkirinê li kesên li jêr kelefeyan digerin.

Xebatkarê tîma rizgarkirinê yê bi navê Leys Faris eşkere kir ku tîma wî herî kêm bîst kes ji bin kelefeyan rizgar kirine.

"Em ji saet sisêyê berbangê ve bi berdewamî dixebitîn daku em xwe bigihînin qurbaniyên li jêr kelefeyên du avahiyên çarqatî yên ku bitemamî li ser serê niştecihên xwe hatin xwarê," wî got.

"Em hîn jî li du malbatan digerin. Her malbatek ji heşt heta deh kesan pêk tê û ew li jêr kelefeyan asê mane," Leys Faris got.

Berî du rojan ji vê êrîşê, deh kesên sivîl ji encama êrîşên asmanî yên rejîmê li Erîha hatibûne kuştin. Bajarokê Erîha ji sala 2015an ve li jêr serdestiya hevpeymaniyeke li dijî rejîmê ye.

Rewangehê eşkere kir ku di nava çend hefteyên dawî de, parêzgeha Idlibê rastî êrîşên asmanî yên giran hatiye, nemaze êrîşên bênavber ên balafirên şer ên rejîmê. Herwiha şerekî navxweyî di navbera komên çekdar ên opozîsyonê ji hêlekê ve û çekdarên radîkal û Eniya Nusra ji hêleke din de li parêzgehê qewimîbû.

Jêderekî serbazî yê Sûrî îroj Duşemê dîyar ku artêşê "18 bajarok û gundên bi rûbera 600 kîlometr ducar dorpêç kirine, ji nav wan bajarokê Tadifê û çend girên stratejîk ên li rojhilatê parêzgeha Helebê."

Bajarokê Tadifê yê nêzî Babê li jêr kontrola çekdarên DAIŞ bû. Bajarê Babê yê stratejîk jî hefteya bihûrî ji destê DAIŞ derket û kete jêr destê çekdarên opozîsyonê yên ku hêzên Turk destekekê dide wan.

Çekdarên DAIŞ îroj Duşemê ji dora bîst gundên li nêzî Minbicê vekişiyan. Rewangehê ev xwevekişandin wekî “hilweşîneke lezgîn” di nav rêzên radîkalan de bi nav kir.

Minbic li jêr kontrola Hêzên Sûriyaya Demokratîk e, ku ew jî hevbendiyeke opozîsyonê ya Erebî-Kurdî ye.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500