Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Sivîl direvin piştî rejîma Sûrîyayê êrîşa li ser başûrê welat dijwar kir

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê û AFP

Dûmana şer bi ser bajarê Derayê ket piştî gurbûna şer di navbera komên opozîsyonê û rejîma Sûrî de. [Wêne di medyaya civakî de hatiye belavkirin]

Dûmana şer bi ser bajarê Derayê ket piştî gurbûna şer di navbera komên opozîsyonê û rejîma Sûrî de. [Wêne di medyaya civakî de hatiye belavkirin]

Bi hezaran sivîl ji bombebarankirina rejîmê ya li ser deverên li jêr destê opozîsyonê li parêzgeha Dera ya dikeve başûrê welat revîyan, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov îroj Pêncşemê (21ê Hezîranê) ragihand.

"Bêhtirî 12,000 sivîlan ji malên xwe di hersê rojên dawîn de revîyan piştî hêzên rejîmê bombebarankirin û êrîşên xwe yên esmanî xurtir kirin li ser deverên rojhilatî û gundên Derayê," serokê rewangehê Ramî Ebdul Rehman got.

Wî got ku sivîlên ji deverên xwe revîyane, di nav de Herak û Besra Herîrê, ber bi gundên li jêr kontrola opozîsyonê ve diçûn.

Ofîsa NY bo Kevkarîya Rarûbarên Mirovî got ku heta roja Çarşemê 2,500 kes ji deverekê li gundewarê rojhilatî revîyan.

Çekdarên opozîsyonê di pevçûna dawîn de ya li dijî rejîmê li gundewarê Derayê tên dîtin. [Wêne di medyaya civakî de hatiye belavkirin]

Çekdarên opozîsyonê di pevçûna dawîn de ya li dijî rejîmê li gundewarê Derayê tên dîtin. [Wêne di medyaya civakî de hatiye belavkirin]

Çekdarên opozîsyonê kontrolê li ser du sêyekên Derayê dikin, lêbelê rejîmê beşek erd li orta parêzgehê kontrol dike.

Deverên Deraya rojhilatî ya ku berî sê rojan hatiye bombebarankirin li ser xêzeke ji erdê li dora erdine li jêr kontrola rejîmê ne ji rojhilat heta bi rojavayê.

Bilindbûna tengijîyan

Piştî zincîreke ji serkeftinên serbazî yên li dijî çeperên opozîsyonê li derveyî Şamê, rejîmê vegerandina deverên li jêr destên opozîsyonê li -bakurî Sûrîyayê-- datîne ber çavên xwe ku di rêya danûstandinan re be an jî di rêya operasyoneke serbazî re be.

Tengijî li devera di navbera Dera û Siwêdayê de bi taybetî bilind bûne, ya ku hevberdana agirê topavêj û êrîşên esmanî yên giran ji hêla rejîmê ve lê hate dîtin, Yasir Turkmanî serbazekî di artêşa Azad a Sûrî de ye ji Diyaruna re got.

Xebatine tund bo aramkirina rewşê hatin kirin berî ku ew bi temamî biteqe, karmendekî li Derayê got, li gorî hestîyarîya tayîfgerî ya ku dê bi şer re be li vê deverê, ya ku asêgeha sereke ye ji tayîfa Durzî re li sûrîyayê.

"Wî got hêzên rejîmê hewl didin zexta derûnî pêk bînin di rêya xistina belavokine ku bang li niştecihan dikin ku hebûna komên opozîsyonê û destberdana ji deverê, weke çawa li Xûtaya Rojhilatî qewimî."

Milîtanên girêdayê Îranê

Turkmanî got ku rejîmê hejmareke mezin ji milîtanên girêdayî wê anîn, di nav de çekdarine Hizbelaha Libnanî û milîtanên girêdayî Feyleqên Pasdarên Şoreşa Îsalmî yê Îranê (Pasdaran).

Turkmanî got ku tengijî herî bilind bûn li bajarokê Meskîyayê li gundewarê Siwêdayê yê rojavayî û gundên Beser Herîr û Lacatê, herduyên ku rastî êrîşên esmanî yên berdewam hatin.

Pêvçûnên dijwar li dirêjahîya tewereya Heran û Diwêrayê, li bajarê Besê li parêzgeha Qunêtirayê û bajarê Derayê, bi taybetî li herêma Harayê.

Turkmanî got tengijîn dijwartir bû piştîbombebarankirina çekdarên opozîsyonê ji bajarê Siwêdayê ya li jêr destên rejîmê roja Sêşemê piştî sê salan ji aramîyê.

Rejîm li biyabanê li hember DAIŞê bi pêş ve diçe

Ji bakur bi wir de, hêzên rejîma Sûrî li dijî "Dweleta Îslamî" (DAIŞ) rabû piştî pêlekê ji êrîşên tundrû li biyabana Badîyayê ya berfireh, Rewangehê Çarşemê ragihand.

"Hêzên rejîmê êrîşine dijber li ser deverên Cîhadî li Badîyaya Sûrî pêk anîn, nemaze ta rojhilatê Tedmur," Ebdul Rehman got.

Wî got ku hêzên rejîmê yên ku balefirên asmanî yên serbaz ên Rûsîyayê piştgirîya wan dike roja Çarşemê destê xwe danî ser Hemêmîyayê di navbera parêzgeha Homs a navîn û Dera Zorê ya li ser sînorên rojhilatî yên Îraqê de.

Badîya devereke biyabanî berfireh e ji nîvê Sûrîyayê dest pê dike heta sînorên rojhilatî bi Îraqê re, ku hîn DAIŞ li wir xwedî çeperine biçûk e.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500