Nûçeyên Iraqê

Ûstraliyek ji ber pilana dîzaynkirina rokêtekê hate girtin

Kesekî Ustralî roja Sêşemê (28ê Sibatê) bi alîkarîkirina "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) di çêkirina çekên pêşketî de hte sûcdarkirin, li gorî AFP.

Hesem Zeheb, kehrebçiyekî 42-salî ye, bi tena xwe kar dikir, komîsyonerê Polîsê Fedral yê Ustralî, Andro Kolvin, got.

"Em dê idîa bikin ku wî internêt bikar tanî daku xizmetan ji DAIŞ re pêk bîne," Kolvin got. "Xela yekem, bi vekolînkirin û dîzaynkirina amûrekî hişyariyê yê lîzerî daku alîkariya wan di hişyariya ji çekên ku hêzên hevpeymaniyê li Sûriyê û Iraqê li hember wan bikar tînin de bike."

"Xala duyem, em dê îdia bikin ku wî vekolîn pêk tanîn, sîstem dîzayn dikirin û pêş dixistin daku alîkariyê di hewilên DAIŞ ên pêşxistina karînên moşekên mesafeyên dirêj ên arastekrî de bike," wî got.

Ji ber du sûcên têkildar bi destêwerdanên biyanî ve, ku dibe cezaya bigihêje zindanîkirina herheyî, Zeheb pêşbirî dagehê bû. Kefaleta wî hate redkirin û dê di 8ê Adarê de dîsan pêşberî dadgehê bibe.

Tê zanîn ku Zeheb, yê ku li Ustraliya ji dayik bûye, ligel torên ser bi DAIŞ ve pêwendîdar bû.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500