Nûçeyên Iraqê

Piştgir û veguhêzerên perên DAIŞ ketin di lîsteya reş de

Amerîka roja Sêşemê (13ê Kanûna yekem) sizayên darayî li dijî cihên pevguhertina pereyan li Iraq û Sûriyê û kesekî ku tê sûcdarkirin ku perên kaş ji "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) peyda dikin ragihand, li gorî AFP.

Herweha berpirsên Iraqî dest bi rawestandina hebûnên girêdayî bi wî kesî û wan du kompaniyên ku tawanbar in bi veguhstina diravên pir ji komê re, Wezareta Gencîneyê ya Amerîka di daxuyaniyekê de got.

"Ev kiriyarên Amerîka yên taybet ênyekemîn in ku kompaniyayên xizmetguzariya darayî yên girêdayî DAIŞ hedef digrin û em dê berdewam bin di negihştina DAIŞ de di sîstema daraya navdewletî de bi awayekî girseyî," Adam Szubin, birîkarê wezaretê, berpirsê bilind yê Gencîneya dij-terorê got.

Aliyên sizadar kompaniya Silsilet el-Zeheb ji bopevguhertina pereyan a Iraqî li xwe digrin, ku ew bi veguhstina pereyên DAIŞ ji sala borî ta herî kêm meha Nîsanê hat sûcdarkirin.

Kompaniyê pere ji daravanê nasiyar ê DAIŞ re vediguhest, û zêdetir ji 100 veguhest ji bo herêma DAIŞ encam dane, Gencîneyê got.

Herwiha siza li ser Fewaz Mihemed Cubaêr el-Rawî, qaşo daravanekî bilind ê DAIŞ e, û Kompaniya Henîfa ya pevguhertina pereyan ya girêdaye wî ku wî li nêzîkî mala xwe li Ebu Kemal, li Sûriyê hatiye danîn.

Çalakiyên wî ta bi dawiya Gulanê dewam kirin, tê texmînkirin ku el-Rawî bi tenê kompanî ji bo karubarên girêdayî DAIŞ ve û asankirina dayîna mûçeyên çekdarên DAIŞ û herweha vehwandina serkêşên DAIŞ li baxçê xwe bi kar tanî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500