Nûçeyên Iraqê

NY grûpine çekdar ên Sûrî li ser lîsteya reş ya cezayan zêde dike

Encumena Ewlekariyê ya NY roja Pêncşemê (20ê Tîrmehê) du rêxistinên çekdar li Sûriyê, du kompaniyên veguhestina pereyan û çar kes ji ber têkiliya wan a îdiakirî bi "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) û Qaidê re û li lîsteya reş zêde kirin, AFP ragihand.

Her heşt nav di lêzêdekirinekê ji biryara ku ji aliyê Amerîkayê ve derketiye ji bo şerkirina terorê cih girtibû, biryara ku encumenê bi giştî sepand.

Du komên çekdar li Sûriyê -- têkildarê DAIŞê Ceyş Xalid Bin Welîd û Cundil Eqsa, yên ku vê taliyê bi DAIŞê ve hatin girêdan piştî ku têkiliyên wan ên seretayî bi Eniya Nusrayê ya berê re hebûn, hatin danîn ser lîsteya cezayan.

Ceyş Xalid bin Welîd li başûrê Sûriyê çalak e, lê çekdarin ji Cundil Eqsa destpêka vê salê ji parêzgeha Idlibê hatin derxistin û aniha ew li Reqayê ne.

Herdu weke lîstikvanên piçûk di şer Sûriyê de ne yê ku bi awayekî zêde aloz e ji şeş salan ve.

Herwiha ofîsa Henîfa ya veguhestina pereyan, a ku li Bokemala Sûriyê ye, li ser lîsteyê hate zêdekirin, weke çawa kampaniya Silsilet Zeheb ya veguhestina pereyan ya li Sûriyê, ya tê sûcdarkirin ku pereyan ji ber DAIŞê ve diguhêze.

Du kesên ku li Endonîsyayê kar dikirin -- Oman Roşam û Mihemed Burhan Naîm Engî Tamtomo, yê ku aniha li Sûriyê rûniştiye -- hatin nîşankirin ku di êrîşan de rola wan hebû.

Herwiha du zilamên ku li herêma Qoqaza Rûsya û Sûriyê çalak bûn -- Malik Ruslanovîç Barxanov û Mirad Iraklivîç Margoşvilî -- li lîsteya cezayan hatin zêdekirin.

Aniha 252 kes û 76 dezgeh li ser lîsteya cizayan a NY in ji bo têkiliyên wan ên gumanbar bi DAIŞ û Qaidê re, yên sermiyanên wan hatin cemidandin û li ser asta cîhanî ji seferê hatine qedexekirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500