Nûçeyên Iraqê

NY hişiyariyê ji "karesateke nêzîk" li çar bajarokên dorpêçkirî li Sûriyê dide

Berpirsê NY yê herî bilind li Şamê hişyarî ji "karesateke mirovî ya nêzîk" li çar bajarokên Sûriyê yên dorpêçkirî da û bang ji bo gihandina alîkariyan di cih de bo dewra 60,000 niştecihan kir, AFP roja Sêşemê (14ê Sibatê) ragihand.

Di daxuyaniyekê de dawiya roja Duşemê, kordînatorê mirovî yê NY bo Sûriyê Elî el-Zaaterî hişyarî ji rewşên gelek xirab li Zebedanî, Medaya, Fûaa û Kefreya da.

Bajarokên Zebedanî û Medaya, li parêzgeha Şamê, ji aliyê rejîmê û alîgirên wê ve dorpêçkirî ne, hevdem Fûaa û Kefreya ji aliyê opozisyonê ve dorpêçkirî ne.

Li gorî daxuyaniyê, "60,000 kesên bêguneh li wir asê mane di nav bazineke rojane ji tundutûjî û bêparbûnê, ku li wir bedxwerî û nebûna guhdana bijîşkî ya baş zêde dibin".

"Rewş karesateke mirovî ya nêzîk e. Dibe aniha prensîpa gihandina bêberamber bo xelkê ku pêdiviyên wan hene bê dawetkirinên dubare were pêkanîn," daxuyaniyê got jî.

Zaaterî got ku rewş hat alozkirin bi rêya rêkeftina ku dibêje ti alîkarî nayên gihandin bo Medaya û Zebedanî bê ku eynî wan alîkariyan bo Fûaa û Kefreya bên gihandin, û her wisa berovjî jî.

Gihiştina mirovî ya NY ya herî dawî bo van çar bajarokan di Mijdarê de bû, daxuyaniyê got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500