Nûçeyên Iraqê

Bi sedên kesan ji çar bajarokên Sûrîyê yên dorpêçkirî hatin derxistin

Bi sedên sivîl û çekdarên ku ev bêtirî du salan e dorpêçkirî ne ji çar bajarokên Sûriyê bi karwanên basan roja Înê (14ê Nîsanê) li gorî rêkeftineke valakirinê derketin, AFP ragihand.

Valakirina herçar bajarokan, Fuaa û Kefreya yên di destê rejîmê de, û Medaya û Zebedanî yên li jêr kontrola opozisyonê, biryar bû ku 4ê Nîsanê destpê kiriba, lê hertim dihat paşxistin.

Herî kêm 80 bas ji Fuaa û Kefreya li parêzgeha Idlibê derketin, û gihane xaleke pasevaniyê li Raşidîn, li rojavayê Helebê ya li jêr kontrola rêjîmê, bi dûv wan de 20 ambulans çûn.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan got 5,000 kes ji herdu bajarokan derketin, di nav de 1,300 çekdarên ser bi rêjîmê ve.

Sivîlekî ku di basekê ji basên valakirinê ji bajarokên Medaya û Zebedanî yên li jêr kontrola opozîsyonê de bû got ku operasyonê dora saet şeşê sibehê destpê kir.

"Piraniya rêwiyan jin û zarok in ên duh êvarî gihane hev û şev bi bendewariya sar derbas kirin," niştecihê Medaya Emced Malih bi telefonê ji Diyaruna re got.

Wî got ku çekdarên opozîsyonê yên di nav kesên derxistî de destûr ji wan re hatibû dayîn ku çekên xwe yên sivik bi xwe re bihêlin, hemû kesên derxistî hatin teftîşkirin dema ku gihan deverên li jêr kontrola rêjîmê.

Rewangehê got ku 2,200 kes ji Zebedanî û Medayayê derketine, di nav wan de 400 çekdarên opozisyonê.

Tê çaverêkirin ku li gorî rêkeftinê bêtir ji 30,000 kesî werin derxistin, rêkeftina ku Çarşembê bi pevguhertina girtiyan di navbera hêzên opozisyonê û rêjîmê de destpê kir.

Tê çaverêkirin ku hemû 16,000 niştecihên Fuaa û Kefreya bêne derxistin, berê wan bidin Heleba li jêr kontrola rêjîmê, parêzgeha Laziqiyê ya beravî yan jî Şamê.

Sivîlên ji Medaya û Zebedanî li gorî ku hate ragihandin dê destûr ji wan re bê dayîn ku eger xwestin bimînin. Kesên ku hilbijêrin ku derkevin dê berê wan bidin deverên li jêr kontrola opozisyonê li Idlibê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500