Nûçeyên Iraqê

Bi dehan zarok mirin di dema bombebarankirina kesên ku tê veguhestin li Sûriyê

Nêzî 70 zarok di nav kuştiyan de hebûn dema otombîleke bombebarkirî di nav wan basên ku radihiştin kesên derxistî ji bajarokên ku ji aliyê rêjîmê ve hatibûne dorpêçkirin de teqî , AFP Duşemê (16ê Nîsanê) ragihand.

Şemiyê teqînekê kerwaneke ku radihşte niştecihên bajarokên bakurî Fuaa û Kefreyare kir hedef dema ku wan li xaleke derbasbûnê Raşêdîn a ku li jêr destê opozîsyonê ye bendewarî dikir, li rojavayê Helebê.

Herî kêm 68 zarok di nav wan 126 kesên ku di êrîşê de hatibûne kuştin hebûn, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got, hejmareke berê ya ku qala mirina112 kesan dikir serast kir û qala birîndarbûna bi "sedan" kir.

Herî kêm 109 ji miriyan ji wan kesên ku hatibûn derxistin, Rewangehê got, lê yên din karkerên alîkariyê û şervanên opozîsyonê yên ku pasvaniya kerwanê dikirin bûn.

Heyva Sor a Sûrî got ku sisê ji karkerên wê di nav birîndaran de bûn.

Tu aliyî xwe nekire berpirsyarê teqînê

Derxistin di çarçoveya peymaneke di navbera rêjîma Sûrî û opozîsyonê de dihate pêkanîn, herwiha niştecî û şervanên opozîsyonê jî ji Medaya û Zebedanîyê, bajarokên nêzîkî Şamê yên ji alîyê rêjîmê ve hatibûn dorpêçkirin, dihatin derxistin.

Bêtir ji 5,000 kesî ji Fuaa û Kefreya derketin û dora 2,200 ji Medaya û Zebedanîyê roja Înê derketin.

Proseya derxistinê piştî teqînê destpê kir, Rewangehê got, niştecîiên Fuaa û Kefreya di dawî de gihane Helebê.

Niştecî û şervanên opozîsyonê ji Medaya û Zebedanî derengiya roja Şemiyê gihane deverên li parêzgeha Idlibê ya li jêr destê opozîsyonê, ew li wê derê bi himbêzkirin û gulbaranên ber bi asmanan ve hatibûn pêşwazîkirin.

Hîn nexuya ye ka dê operasyonên derxistinê Yekşemê pêk dihatin an jî na.

Serokê alîkariya NY Stîvin O'brien ew "êrîşa hovane û tisonek" şermezar kir.

Baba Francis xwest ku şer bidawî bibe dema wî seroktiya qidasekî nerêtî yê cejna Qiyametê li Romayê kir.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500