Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî pirên daleqandî li ser Dîclê datînin

Weke beşek ji operasyona berdewam a girtina bajar ji dest "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) hêzên Iraqî bi piştgiriya hevpeymaniya navdewletî dest bi danîna pirên daleqandî li ser Çemê Dîclê li Mûsilê kirin .

"Hêzên Iraqî piran li ser Dîclê datînin daku rê ji şerbazan re vekin ku ew derbasî aliyê rojavayî ji bajar bibin," berdevkê fermandariya operasyonên hevbeş emîd Yehya Resûl Zubêdî roja Sêşemê (31ê Kanûna Duyem) ji Diyaruna re got.

"Ev pir dê hîn dem bixwazin heta temam bibin, lê belê hevdem hêzên Iraqî cihên çekdarên DAIŞ li aliyê din yê çem têk dibin," Zubêdî got.

Balafirên Iraqî bi melyonan belavok avêtine deverên li rojavayê Mûsilê ku tê de bang li niştecihan dikin ew xwe ji şer re amade bikin û xwe ji deverên ku gelek çekdarên DAIŞ lê vedihewin bi dûr bikin, Wezareta Berevaniyê roja Sêşemê got.

Belacokan şîretên selametiyê jî li xwe digirtin, wezaretê got.

Hevdem, operasyonên gerîn û paqijkirinê li beşê rojhilatiyî ji Mûsilê berdewam in, Zubêdî got, anî ziman jî ku niştecihên awarebûyî yên taxên ku ji mîn û teqemeniyan hatine paqijkirin bi basan bo malên wan tên vegerandin.

Hejmareke rêyên sereke yên ku Mûsil bi parêzgeh û bajarên cîeran ve girê didin hatine vekirin, wî anî ziman.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500