Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî qonaxa duyem ya şerê Mûsilê dest pê kirin

Hêzên Iraqî dest bi qonaxa duyem ya şerê vegerandina rohilatê Mûsilê ji destê "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) roja Pêncşemê (29ê Kanûna Yekem) kirin, Fermandariya Operasyonên Hevbeş got.

"Hêzên Iraqî, di nav de yekîneyên corecor ên artêşê û Ajansa Dije-Terorê, êrîş ji çend aliyan destpê kirin," berdevkê fermandariyê emîd Yehya Zubêdî ji Diyaruna re got.

Armanca qonaxa duyem rizgarkirina taxên niştecihî yên mayî li beşê rojhilatî yê bajar e, wî got.

"Pêşketinên berçav hatine pêkanîn" li hemû eniyan, wî got, anî ziman jî ku "hin beşên ji taxên Quds, Selam û Erteciya" di pevçûnan de hatine rizgarkirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500