Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî deverên nû li rojavayê Mûsilê rizgar dikin

Hêzên Iraqî deverên nû li rojavayê Mûsilê rizgar dikin û êrîşên asmanî yên hevpeymaniyê molgehên "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) dikin armanc, Fermandariya Operasyonên Hevbeş roja Înê (3ê Adar) got.

"Hêzên Iraqî hemû çarrêyên li ser rêya taxê Mensûr vegerandin û molgehên li taxê girtin," berdevkê fermandariyê Emîd Yehya Zubêdî ji Diyaruna re got.

Hêzên ewlekariyê aniha bo êrîşkirinê li ser taxa Dandan li Mûsilê amadekariyê dikin, wî got.

"Heta niha hêzên Iraqî şeş dever paqij kirine, û nêzî sê tonên bermayiyên şer, teqemenî û bombeyên bidestçêkirî rakirine," wî anî ziman.

"Sivîlan nehişt ku em çekên giran di şer de bikar bînin," wî got, anî ziman jî ku tevî ku vê yekê pêşketina hêzên Iraqî kêm kiriye, "em pêşketina lazim pêk tînin".

Hevdem, wî got, hevpeymaniyê jî êrîşên serkeftî li ser molgehên DAIŞ û asêgehên li deverên bin kontrola DAIŞ li rojavayê Mûsilê pêk aniye, "û dehên terorîstan kuştin".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500