2017-01-05

Fermandairya Operasyonên Hevbeş: 70% ji rojhilatê Mûsilê ji DAIŞ hatiye vegerandin

  • * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE

Hêzên Iraqî nêzî 70% ji rojhilatê Mûsilê ji çekdarên "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) vegerandin, Fermandariya Operasyonên Hevbeş roja Pêncşemê (5ê Kanûna Duyem) ji Diyaruna re got.

"Hêzên Iraqî sibeha roja Pêncşemê tevahiya taxên Mîsaq û Şeyma girtin û operasyonên berfireh ên maliştin û paqijkirinê li van taxan destpê kirin," berdevkê fermandariyê Yehya Zubêdî ji Diyaruna re got.

"DAIŞ di operasyonên serbazî de rastî xesarên mirovî û materyalî yên giran hat û neçare bû ku vekişe," wî got, bal jî kişand ku aniha hêzên Iraqî alîkariyê pêşkêşî sivîlan li taxên ku nû hatine rizgarkirin dikin.

Tu vê mijarê diecibînî?

Di icons no 1
* MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE
Captcha