Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî serencama destkeftiyên ji şerê Mûsilê eşkere dikin

Di 100 rojên pêşî de ji şerê Mûsilê, hêzên hevbeş yên Iraqî du navçe, pênc dever, 403 gund û 87 taxên niştecihbûnê li beşê rojhilatî ji bajêr kontrol kirin, fermandarê operasyonên Nînewa ferîq Ebdilemîr Reshîd Yarela di konferanseke rojnamevanî de roja Çarşemê (25ê Kanûna Duyem) got.

"DAIŞ windahiyên giran da, ku bi hezaran çekdar hatine kuştin yanjî birîndarbûne, bi sedan otombîl hatine şewitandin, û dora 80% ji cebilxaneya leşkerî ya komê di van şeran de hatiye desteserkirin," wî got.

"Şerên ji bo rojavayê Mûsilê dê nêzîk destpê bikin û sê gelek surprîz ji bo terorîstan bi xwe re hilgirin", wî got.

Hevdem, operasyonên paqijkirinê li rojhilatê Mûsilê hejmareke mezin ji antîkeyên ku di maleke vala ya çekdarekî DAIŞde hatine dîtin, vedîtin, Fermandariya operasyonên hevbeş roja Pêncşemê got.

"Hêzên ewlekariyê 100 antîkeyên ku vedgerin serdema şaristaniya Aşûrî û Islamî li mala endamekî DAIŞ ku ew li pey xwe hiştibûn û reviyabû piştî ku hêzên Iraqî ketin bajêr dîtin," Berdevkê fermandariyê lîwa Yehya el-Zubeydî ji Diyaruna re got.

El-Zubeydî alîkariya welatiyan ligel hêzên Iraqî bilind nirxand û got ku vê yekê rê da wan ku bi ser gelek asêgehên DAIŞ li bajêr vebibin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500