Hêzên Iraqî dest bi paqijkirina taxên rizgarkirî li rojavayê Mûsilê ji teqemeniyan kirin dema ku li Mûsilê ber bi deverên nû yên di bin kontrola "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) de pêşdikevin, Fermandariya Operasyonên Hevbeş ya Iraqî roja Pêncşemê (23yê Adarê) got.
"Me îro operasîyonên bejahî bi kûrahî di nav deverên di kontrola DAIŞ de pêk anîn, û em di nehiştina karînên girûpê piştî kuştina dora 40 ji endamên wê û girtina çekên wan berdewam in," berdevkê Fermandariya Operasyonên Hevbeş emîd Yehya Resûl ji Diyaruna re got.
Li gel wê yekê jî, hêzên Iraqî gelek dever û kolanan li Bajarê Kevin û taxa Abar vegerandin, wî ji Diyaruna re got.
Tîmên andazyarî yên artêşê dest bi hilgiritna paşmahiyên şer kirin, weke bombeyên bidestçêkirî û mînên bin erdê, û dest bi parçekirina wesayitan û malên bomberêjkirî li taxên rizgarkirî jî kirin, wî got.